Piştî ji nexweşxaneyê derket jî li ser kursiyeke bitekel, bi kenîn û tiliyên wê bi îşaretên serkeftinê ve li hewa bûn... Lîsayê di êrişa kirêt û bêbext de herdu çîpên xwe wenda kiribûn. Lê xuya bû gelek nirxên ku bi bombeyan, bi êrîşên bêbext û bi terora dewletan têknaçin li cem Lîsayê hebûn. Lîsa vê gavê li Almanyayê ye, li bajarê Gottîngenê di nexweşxaneyekê de li benda herdu lingên xwe yên protez e. Herwisa Lîsa çalan derbarê êrîşa li Amedê, pêvajoya  dûvre û rewşa xwe ya niha de ji rojnameya me re axivî:


Ew roj pir bi heyecan bûm

Tişta herî zêde di bîra min de mayî ev e ku ew roj ez gelek bi heyecan bûm. Lewre mîtîngên beriya 5 ê Hezîranê pir bi coş û qelebalix derbas dibûn. Em jî bi hevalên ji Akademiya Sînemayê Ya Rojheleta Navîn re bi coşeke mezin ve çûn qada mîtîngê. Girse ji texmîna me jî pirtir û gelek bi coş bûn. Kêliyek ez wisa li wir mam û piştre jî teqîn pêkhat. Gava min çavên xwe vekirin girse li nav hev ketibû, dayîkek li pêş min di nav xwînê de bû. Li her alî kesên mirî xuya dikirin. Dîmeneke wehşetê li dar bû. Êşeke dijwar hebû, min pir xwîn wenda dikir. Lê ez hîç ji ser hişê xwe neçûm, min dizanîbû eger bêhiş bikevim, êdî nema dikarim çavên xwe vekim. Piştî 40 rojan ji nexweşxaneyê derketim.


Şerekî bêxlaq destpê kir

Herkes li benda serkeftinekê bû, lê kes li benda şîdeteke wiha dijwar a hikûmetê nebû. Lewre ev şer heta dawiyê bêexlaq, zalim û nayê qebûlkirin e. Komkujiyên li Sûrûç û Enqereyê jî êrîşên bêexlaq yên li dijî wê serkeftinê ne. Min li qada mitîngê ne tenê çîpên xwe her wisa tevahiya jiyana xwe ya buhurî jî hişt. Ev bi tenê ne guherînek e, jiyana min ji kokê ve rûxiya. Min nedikarî êdî axê hîs bikim, meş û bazdan nebûn, qebûlkirina wê rewşê pir dijwar bû ji bo min. Jiyaneke min a pir çalak hebû, ji nişkeve di nav çar dîwarên odeyekê de mam. Herçiqas derdorên min xwestin vêya bi min nedin hîskirin jî di demeke kin de min ev rastî qebûl kir. Min dizanîbû ku çiqas bi lez qebûl bikim, ewqas ezê xwe li jiyana xwe ya nû bigirim. Ez dizanim bê ling û çîpên xe jî ezê bikarim karên xwe yê sînemayê û yên hunerî bikim.


Hêza xwe ji berxwedana digirim

Ez hêza xwe ji rastiya Kurdistana mêtingeh, ji gel û ciwanên ku niha jî li ber xwe didin û ji malbata ku ez bi vê hişmendiyê mezinkirime, digirim. Lê ev ne tenê taybetmendiyeke min e; gava em li dîroka têkoşînê binêrin, emê bibînin ku bi sedan kesên di vê têkoşînê de endamên laşên xwe wenda kirîn, hene. Ew vê hêzê ji ku û ji çi digirin, ez jî wekî wan im. 


Ezê hêzdariya jinan vebêjim

Helbet piştî bûyerê nêrîna min a li jiyanê ji bingehê ve guherî. Bi taybetî jî ez bûm şahidê hêzdariya jinekê. Bi vê ronahiyê re dixwazim çarçoveya hunera xwe û perspektîvekê ji xwe re biafirînim. Helbet ev jî dê xwe di hunera min a sînemayê de bide der. Gava ez rabim ser lingan ezê van êş û janên xwe ne wek ajîte, lê wek hêzdarî û berxwedêrî di hunera xwe de bikarbînim. Eger ez fîlm jî çênekim, ezê ji jinên din re vebêjim û bikim ku ew jî hêza xwe ya cewherî ferq bikin. Helbet çand girîng e, ezê jî wek jinên bi çanda me têdikoşin re, li ser heman riyê bimeşim.


Em baweriya xwe wenda nekin

Hêvî û bawerî pir girîng e. Dixwazim li Sûra Amedê, di wan kuçeyên teng de carek din bimeşim, li Sûlûklûxanê bi qehweyeke menengîçê bêhna xwe berdim û dîsa derkevim ser Birca Bizinê wisa jî di wêneyekê de xuya bikim...Tekane tişta dixwazim ev e ku em xwe û hêza xwe bibînin û bawerî bi îdeolojiya xwe binin. Ti hêz nikare li pêş doza me bibe asteng. Lewre ev sih sal in em di nav vê têkoşînê de ne, mafê ti kesî nîne ku hêviya xwe radest bike.


YEKO ARDIL