Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd ku bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê tê lidarxistin, bi konser, şano, panel, pêşangehên wêneyan û bi çalakiyên cûr be cûr berdewam dike. Di nav bernameyê de yek ji çalakiyên ku ji bo çand û hunera Kurd girîng jî dîwana dengbêjan e. Koma dengbêjan a ku di bin banê NÇM’ê de xebatên xwe dimeşîne, dixwaze kevneşopiya dengbêjiyê bigihîne nifşên nû. Niha di nav komê de Dengbêj Xalîde, Dengbej Qanî Qereyazî, Dengbêj Sabri Agirî, Dengbêj Mihamede Beyro, Dengbêj Bedrettin Abbasî xebatên xwe berdewam dikin. Li ser navê koma dengbêjan, Dengbêj Sabri Agirî û Dengbêj Xalîde axivîn û diyar kirin ku ji bo çanda dengbêjiyê bigihe pêşerojê divê bingeheke xurt jê re were danîn. 




Ji 7 saliya xwe ve kilaman dibêje


Dengbêj Sabrî Agirî di nav malbateke dengbêj de mezin bûye û ew bi xwe jî ji 7 saliya xwe ve ye kilamên dengbêjiyê guhdar dike û dibêje. Agirî da zanîn ku di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Medê de Koma Dengbêjan ava kirine û got “Di çarçoveya mîhrîcanê de me Dîwana Dengbêjan danî û armanca me ew e ku em nirxên xwe yên çandî biparêzin û bigihînin nifşên nû. Agirî ji bo mîhrîcanê jî diyar kir ku ew hêvî dike beşdariya îsal ji ya par xurttir be û wiha got: “Ji bo pêşketina çanda kurdî xebatên bi vî rengî gelek girîng e û eme jî wateyê didin van xebatan. Divê em jî di nav gelan de nûnertiya çanda xwe bikin. Her gel bi çand xwe hebûna xwe îspat dike. Ji ber vê yekê ev mîhrican gelek girîng e.” 


 DÎHA/STENBOL