Dewleta Tirk rojane êrişî gundên Başûrê Kurdistanê dike. Leşkerên Tirk derbazî gelek gundên Başûrê Kurdistanê bûne û ji bilî dagirkeriyê, leşker ji gundiyan dixwazin bibin ajan û li dijî gerîlayên PKK’ê kar bikin.
Çalakvanê civaka sivîl yê li Herêma Bradostê Eskender Reşîd, diyarkir ku dewleta Tirk daxwaz ji xelkê Herêma Bradostê dike, da ku bibin endamê Mîta Tirk û li dijî gerîlayên PKK’ê dest bi kar bikin.
Eskerên Tirk dikevin nava gundên Bradostê
Li ser mijarê çalakvanê civaka sivîl û endamê Tevgera Goran yê li Herêma Bradostê, Eskender Reşîd axivî. Reşîd got, leşkerên artêşa Tirk a dagirker, tên nava gundên Bradostê û daxwaz ji welatiyan dikin da ku bibin ajan û li dijî gerîlayên PKK’ê bixebitin. Reşîd di dewama axaftina xwe de bal kişand ser zordariya leşkerên Tirk ya li ser gundên Herêma Bradostê jî û got; “Gundiyên Deşta Hêrtê nikarin piştî saet 22:00’an biçin û bên. Rewşa Bradostê ji bihara îsal ve bi temamî têk çûye û Bradostî jî bê cûda li ser fikir û îdeolojiya bav û kalên xwe ne.”
ANF/BEHDÎNAN