Di 26'ê adarê de li gundê Habîsê yê Bajaroka Stilîlê ya Navçeya Nisêbina Mêrdînê şivanê 62 salî Îsmaîl Akin û keça wî Elîf Akin a 10 salî ji aliyê kesên nediyar ve bi guleyan hatibûn kuştin. Li gel ku bav û keç 2 kîlometreyan nêzî qereqola Cendirmeyan a Herbê hate kuştin û qada bûyerê herêma qedexe bû jî dîsa bûyerek bi vî rengî rûda. Ji ber ku bûyer li herêma qedexe û leşkerî pêk hat pirs zêde dibin. Heyeta ÎHD'ê û Baroya Mêrdînê li cihê bûyerê ku 2 kilometre dûrî qereqola cendirmeyan a Herbê pêk hat lêkolîn kir û rapor amade kir. Di ser kuştina Elîf û bavê wê re 17 roj derbas bûn, lê hêj kujer nehatine dîtin û bûyer ronî nebûye. Baroya Mêrdînê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê ji bo der barê kuştina şivanê 62 salî Îsmaîl Akin û keça wî Elîf Akin a 10 salî ku li gundê Hebîsa Bajaroka Stilîlê hatin kuştin ronî bikin lêkolîn pêk anîbûn. Heyetê li cihê bûyerê ku 2 kilometre dûrî qereqola cendirmeyan pêk hat piştî lêkolînê rapor amade kir. Heyetê, anî ziman ku piştî qetilkirinê malbatê serî li komeleyê da û li ser serlêdana malbatê çûn li cihê bûyerê lêkolîn pêk anîn. Heyetê da zanîn ku cihê bûyerê bi meş 45 deqîqeyan dûrî gund e û 2 kîlometre dûrî qereqola cendirmeyan e. Heyetê da zanîn ku cenazeyê bav û Elîfê 15 metroyan dûrî hev e û li gel ku 2 roj di ser bûyerê re derbas bûn rayedarên dewletê li gel daxuyaniya walî ya bi nivîskî tu lêkolîn û daxuyaniyên din nehatin kirin û wiha got: "Cendirmeyên Fermandariya Cendirmeyan a Herbê piştî 2 roj di ser bûyerê re derbas bûn li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Hate tespîtkirin ku Qereqola Cendirmeyan a Herbê li nêzî cihê buyerê ye û cihê bûyerê di bin kontrola leşkeran de ye."

17 roj derbas bûn lê bûyer hêj tarî ye

Têkildarî kuştina bav û keça wî Qereqola Cendirmeyan a Herbê bang li birayê Îsmail Akin Suleyman Akin, anî ziman ku
bûyer li pêş çavê qereqolê pêk hatiye û leşkerê payebilind diyar kiriye ku kameraya termalê ne li dervê qereqolê, li hundirê qereqolê ye û xwestiye ser bûyerê veşêre. Akin, da zanîn ku 17 roj di ser bûyerê re derbas bû, lê hêj bûyer ronî nebûye û wiha got: "Qereqolê bang li hevsera Îsmaîl Akin Zekiye Akin kir. Rayedarekî qereqolê got 'em dê kujer û bûyerê ronî bikin' lê heta niha tu kujer û bûyer nehatiye ronîkirin. Qereqol û rayedarên dewletê wekî ku marek bi birayê min û keça wî vede û bi awayeki xwezayî jiyana xwe ji dest bide nêzîk dibin. Ji bo bûyerê ronî bikin nakevin nava hewldanan û sersariyan dikin. Ger ku tiliya dewletê di nava vî karî de tune be divê bûyerê ronî bikin û kujeran aşkere bikin. Ji ber ku bûyer di nava sinorê qereqolê de pêk hatiye. Li cihê bûyerê kamera jî hene. Wê demê çima û ji kê vedişêrin? Ger ku dewlet bixwaze dikare bûyerê ronî bike. 17 roj der bas bûn, lê tu gav nehatine avêtin."
Akin, da zanîn ku qereqolê pirsên balkêş ji Zekiye Akin pirsîne û wiha berdewam kir: "Rayedarên qereqolê gotin 'em dizanin ne leşker û ne jî PKK'ê kuştiye' bi vê yekê xuya dike ku ji aliyê kêve hatiye kuştin. Dîsa pirsa 'Dibe ku şirîkê wî ew kuştibe. Kiraciyekî we hebû pereyê xwe nedabû dibe ku ew be? pirsîne. Bi van pirsan dixwaze mejiyan tev li hev bike û bûyerê şopî bike. Dewlet bixwaze dikare bûyerê ronî bike."


SERKAN KURT - DÎHA/MÊRDÎN