Parlamenterê kurd û Endamê Hevpeymaniya Kurdistanê ya Parlamentoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman der barê êrîş û operasyonên artêşê Tirk û Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê de nirxandinek kir û diyar kir ku Îran û Tirkiye hewl didin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê şerê PKK û PJAK’ê bikin. Osman ji malpera Aswat al-Iraq re axivî û got; “Ji bo careke din şerê birakujî di navbera kurdan de biqewime, Îran û Tirkiye zextê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku şerê PKK û PJAK’ê bikin. Ez ji her du welatan daxwaz dikim mafên kurdan bidin, daxwazên wan bi cih bînin û bi rêya diyalogê pirsgirêkên heyî çareser bikin ne ku bi tundiyê.”
HEWLÊR