Nerazîbûna biserdegirtina Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bîelefeldê ku pêr danê sibehê polîsên Elman kiribû, dewam dike. Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku bêhiqûqiya hikumeta Elman a li dijî saziyên Kurdan, bi hilbijartinên 24’ê Hezîranê re zêde bûye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi hinceta al û wêneyan pêr danê sibehê bi ser NCDK a Bîelefeldê hatiye girtin û belasebep al, wêne û pirtûk hatine desteserkirin.

Kurdan krîmînalîze dike

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mîna serdegirtina li komeleyên Hannover û Heîlbronnê, serdegirtina li Bîelefeldê jî bi rê û rêbazên dîktatorê Tirk Tayyîp Erdogan hate kirin û bi awayekî nehiqûqî zextên siyasî hatine kirin. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin,“Hikumeta Elman ji bo krîmînalîzekirina saziyên Kurdan, bi binpêkirina hiqûqê re mîna biryarnameyên Erdogan ê dîktator, bêyî delîlan bi rêbazên ne qanûnî tevdigere. Bi rengê korsanî diavêjin ser komele û malên rêveberan. Eşkere ye ku ev kiryar siyasî ye û bi daxwza Tirkiyeyê tê kirin.“

Nirxên Kurdan dikin hedef

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E diyar kir ku bi navê qedexeya li ser PKK’ê, reng, al û nirxên çandî yên gelê Kurd dibin hedef û bi bîr xist ku ev zext û zordarî xwe li hemberî parvekirinên li medya civakî jî nîşan dide.

Werin xwedî li navendên derkevin

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Efrînê û gelemperiya Kurdistanê bi panzerên Elman li dijî mirovahiyê sûc hatine kirin û hate gotin, “Bi rêya van zext û zordariyan tê xwestin, kiryarên AKP-MHP’ê yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ku piştevanê DAÎŞ’ê ne, veşêrin û pêşî li sempatiya gelê Elman a ji bo tevgera azadiyê ya Kurdistanê bigirin. Em bang li Kurdistanî û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî zextên dewleta Elman bi rengekî demokratîk û hiqûqî têbikoşin. Di serî em bang li gelê xwe yê welatparêz û kesên demokrat dikin ku destekê bidin navendên civaka Kurd û xwedî li wan derkevin.”

Dev ji van zextên xwe berde

Her wiha pêr êvarê biserdegirtina Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bîelefeldê hat protestokirin.

Hevserokên NAV-DEM’ê Ayten Kaplan û Tahîr Koçer, nûnera partiya Çep (Die Linke) ya li Bîelefeldê Barbara Schmîdt, nûnerên Antî-Fa, Sosyalistische Deutsche Arbeite Jugend (SDAJ), Meclîsa Jinê ya Êzidî, Degehan Eleviyan OWL, Komeleya Elewiyan a Bîelefeldê, Ak Azyl, Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Bîelefeldê, Civaka Azad, YXK, Mizgefta Şêx Seîd beşdar bûn.

Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer  bang li dewleta Elman kir û got: “Divê dewleta Elman êdî dest ji van zextên xwe berde. Girîng e polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan biguherîne. Pêwîste giraniyê bide ser rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka Kurd. Divê bi rola diyalog û çareseriyê rabe.”

 

BRUKSEL/BÎELEFELD