
Berdevkê Karên Derve yê KCK’ê Demhat Egîd diyar kir ku tu elaqeya qeyrana li Herêma Kurdistanê bi teqandina xeta petrolê re nîne û bersiv da daxuyaniyên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve derbarê mijarê de hatiye kirin. Egîd diyar kir ku bi rojan e ew daxuyaniyên di vê derbarê de dişopînin û got: “Teqîna xeta Petrolê li Rihayê tu elaqeya xwe bi me re nîne. Hêzên me tiştek bi vî rengî nekirine. Kê jî kiriye em nizanin.”
Egîd derbarê berovajîkirina daxuyaniya ku di roja 17’ê Sibatê de dabû RojNewsê û wiha axivî: “Daxuyaniya me ya car din derbarê lihevkirina dewleta Tirkiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû. Bi taybet di demekê ku dewleta Tirkiyê eşkere dijminahiya Kurdan dike, têklîliya Herêma Kurdistanê bi wan re xizmeta berjewendiyên netewî yên Kurdan nake û wê zerarê bide. Ez vê nêrîna xwe dubare dikim. Lê belê hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze vê nêrîna me berovajî bike. Wer nîşan didin ku hewldanên me li hember xelkê Başûr û rizqê wane. Ev yek dûrî rastiyê ye. Her çend me ev xeta petrolê neteqandibe jî lê hikûmeta Herêmê ji xwe bi krîzekê re rû bi rûye û mûçe nayên dayîn. Ev yek tu elaqeya xwe bi teqandina xeta petrolê re nîne. Alozî heye û berdewam dike. Wer lê dikin ku bêjin; ‘Hema ji ber teqîna di xeta petrolê de li Herêma Kurdistanê krîz çêbûye.’ Em jî wê demê dipirsin ger wisa ye, çima beriya ev xet were teqandin we mûçeyên xelkê nedida? Di esas de dixwazin pirsgirêka heyî bi PKK îzah bikin. Dixwazin pirsgirêkên di nav xwe de yên siyasî, aborî û pergalê bi me îzah bikin. Em vê nêzîkatiyê şaş dibînin û rexne dikin.”
‘Pirsgirêk wê bi diyalogê werin çareserkirin’
Di berdewama axaftinên xwe de Demhat Egîd zêde kir ku lihevkirina petrol û gaza xwezayî berjewendiyên netewî elaqedar dike û wiha pêde çû: “Ger xizmeta berjewendiyên netewî bike bi tu kesî re pirsgirêkek me nîne. Di holê de rewşek ku em rizqê xelkê Başûr li ser wan de bibirin, nîne. Ji xwe xelk di nava qeyrana aborî de ye. Li şûna kûrkirina mijaran em dixwazin bizanin ka tiştên tê, xizmeta kê dike, herî kêm ji bo ku zirarê nede Bakûrê Kurdistanê, em dixwazin bixin bin garantiyekê de. Em bawer dikin ku bi rêyên diyalogan wê ev mijar werin çareserkirin û çareseriyek netewî ji bo pirsgirêkê were danîn.”
‘Pereyên ji petrolê bi kû de diçe?’
Berdevkê Karên Derve yê KCK’ê ev pirsî ku gelo pereyên petrol û gaza xwezayî bi kuve diçin û wiha axivî: “Ger em bizanin ev lihevkirina li ser petrolê yan jî gazê zirarê nade xelkê me yê Bakûr yan jî ev petrol bi rastî ji bo rizqê xelkê Başûre wê demê ji xwe em nakevin nava helwestek şaş. Qeyrana heyî xelk bêzar kiriye. Wê demê emê jî mafdar vê bipirsin? Ev pere ji kê re diçe? Bi rastî em dizanin ku ev pere ji bo berjewendiyên xelkê nayê bikar anîn. Ji ber ku tu tiştek nadin xelkê û ev li ber çavane. Em jî diyar dikin ku li dijî vê yekê ne.”
‘Komkujiya li Bakûrê Kurdistanê nedît’
Demhat Egîd rexne li helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember komkujiya li Bakûrê Kurdistanê girt û wiha domand: “Di rewşekî ku li Bakûr li Cizîr, Silopî û gelek cihan komkujî pêk hatin û mirov di jêrzemînan de hatin qetilkirin tu rayedarek ranebû daxuyanî neda û dengê xwe dernexist. Heta ji nedîtî ve hatin. Di rewşek bi vî rengî de pirsgirêka petrolê xistina rojevê dixwazin mijarê berovajî bikin. Em dizanin gelê me yê Başûr di vê mijarê de hişyar e. Pozisyonek me ya ku em zirarê bidin xelkê Başûr nîne.”
Egîd bal kişande ser daxuyaniyê vê dawî yên serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî û wiha got: “Me daxuyaniyên birêz Barzanî û yê Sefîn Dizeyî şopand. Nêzîkatiyên wan yên ji rêzê ye ku dixwazin pirsgirêkê bi vî awayî bavêjin ser PKK’ê. Em bawer nakin ku bi nêzîkatiyên taktîkî û ji rêzê pirsgirêk were çareserkirin.”
Parlementerê Goran: Lîstîkên mezin hene
Parlamenterê Tevgera Goran Elî Hemesalih got; “Li gor çavdêriya min şandina petrola Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê ne ji ber teqînê hatiye rawestandin, bi biryarek veşartî hatiye rawestandin.”
Têkildarî îdiayên teqandina boriya petrola ku ji Herêma Kurdistanê diçe Tirkiyeyê Parlamenterê Tevgera Goran Elî Hemesalih daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Hemesalih wiha ye: “Niha Şîrketa Kar serpereştiya çend bîrên petrolê dike. Ev şîrket petrolê dişine Tirkiyeyê. Ev demeke vê şîrketê karmendên xwe şandine malê û ev jî nişan dide ku bi biryarekê şandina petrolê rawestandiye. Ew herêma ku tê gotin boriya petrolê hatiye teqandin, bi temamî dibin kontrola dewleta Tirk de ye. Ger ev borî hatibe teqandin jî, tenê çêkirina wê demek pir kurt jê re divê. Belê diyar e ku Tirkiye petrola Herêma Kurdistanê rawestandiye û dixwaze bi vê kiryara xwe PKK’ê reş bike. Li pişt rawestandina petrolê lîstok hene û hewldanên şerekî navxweyî tên meşandin. Her wiha ev kiryar ji bo dayîna mûçeyê karmendan jî xizmetê nake.”
NAVENDA NÛÇEYAN