Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl da xuyakirin ku hemû xebatên li nava erdnîgariya Sûriyeyê tên meşandin, ji bo tevahiya gel û civaka Sûriyeyê ne û got, "Destwerdanek li vê derê wê were wateya êrişa li hemberî Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê." Xelîl hişyarî da û got, "Divê AKP destwerdanên bi vî rengî neke."

Xelîl diyar kir ku Erdogan û AKP nêzîkatiyên xwe yên li hemberî Rojava û Sûriyeyê weke amûrek polîtîkaya hundir bi kar tînin û got, "Ji bo aliyên antî demokratîk ên dewleta Tirk ji aliyê raya giştî ve neyên dîtin, ji bo rojeveke din bê afirandin, mîna ku dijminekî derve heye dixwaze raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê îqna bike."

Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze bi êriş û provokasyonên li hemberî YPG û saziyên Rojava re zemînekê biafirîne û destnîşan kir, ku bi avabûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re ev hincet êdî bi temamî bêbandor bûye. Xelîl ragihand ku QSD ji gelên Sûriyeyê pêk tê û ji ber ku pêşketina wê xizmetê ji dewleta Tirk re nake, dewleta Tirk ji bo li qada navneteweyî pêşî lê bigire dixwaze rojeveke cuda biafirîne. Xelîl êrişên dewleta Tirk û pêngava HSD'ê ji ANF'ê re nirxand.


‘Mafê Tirkiyeyê yê destwerdanê nîne’

Xelîl got, "Piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Tirkiyeyê, AKP xwe weke hikûmeteke şer amade dike û li gorî vê yekê dixwaze hem Bakur hem jî Rojavayê Kurdistanê hedef bigire" û da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide bi zextê dest li xaka Sûriye û Rojava werde.

Aldar Xelîl anî ziman ku, ebatên li nava erdnîgariya Sûriyeyê bên meşandin, xebatên civak û gelên Sûriyeyê ne û wiha pêde çû: “Destwerdanek li vê derê, êrişa li hemberî Sûriye û gelên Sûriyeyê ye. Divê AKP destwerdanên bi vî rengî neke" 

Xelîl ragihan ku pêngavek ber bi Cerablûsê ve di rojeva wan de nîne û diyar kir ku pêngavek bi vî rengî bikeve meriyetê jî mafê Tirkiyeyê yê destwerdanê nîne û ragihand, ku nêzîkatiyên destwerdanker, nayê qebûlkirin.

Xelîl da xuyakirin ku Erdogan ji bo desthilatdariya xwe ya li nava Tirkiyeyê bidomîne dixwaze şoreşa Kurdistan bitepisîne û ji êrişên xwe re rewşeke meşrû biafirîne. Xelîl di dewama axaftina xwe de got, " Tirkiye li derdora Girê Spî û gelek nuqteyên nêzî Kobanê êrişî YPG û saziyên Rojava dike û anî ziman ku ev provokasyon hatine pûçkirin. Xelîl ragihand ku Tirkiye dixwaze bi van provokasyonan re zemîneke destwerdanê biafirîne û got, "Ji bo ji xwe re zemîneke nû ya destwerdanê biafirînin, serî li lîstikên bi vî rengî didin."


‘Dixwaze bi destê ENKS’ê Rojava tevlîhev bike’

Xelîl diyar kir ku kengî çeteyên DAIŞ'ê li Rojava derbê dixwe, kengî li hembeî DAIŞ'ê pêngavek tê destpêkirin, rayedarên dewleta Tirk bi taybetî jî Erdogan rojevek nû diafîne û ev nirxandin kir: "Dema Girê Spî hat azadkirin û beriya wê dema Çiyayê Kizwanan hat azadkirin, dewlet û rayedarên Tirk rojev diafirandin. Niha jî, dibînin ku cih li DAIŞ a ku alîkariyê didê, teng bûye. Gav bi gav têk diçe. Ji ber vê yekê dixwaze rojeveke din biafirînin. Eger bibînin DAIŞ têk çûye û şikestiye, pêkane ku hin gavên pratîk jî biavêje. Ev êrişkarî û polîtîkayên provokatîf di çarçoveya konsepteke bi hev ve girêdayî de dimeşe. Di roja îro de jî bi çalakiyên di bin navê 'zimanê dayikê' û bi sorkirina saziyên mîna ENKS'ê re dixwaze Rojava tevlîhev bike. Ji her alî ve Tirk dixwazin li Rojava tevlîheviyê derxînin."


'Gel bersivê dide dewleta Tirk’

Xelîl diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji hemû gel û pêkhateyên herêmê pêk tê û rêxistinbûyîna herî xurt a pêkhateya demokratîk a Sûriyeyê ye. Xelîl got, “QSD ji yekîtiya demokratîk a gelên Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî û Tirkmenan pêk tê. Van hêzan bi hev re hêza Sûriyeyeke demokratîk ava kirin. Ev yek li berjewendiyên Tirkan nayê. Dewleta Tirk ji vê aciz e. Ji xwe re hinceta 'YPG a Kurdan e' diafirandin. Bi vî rengî dixwest raya giştî ya cîhanê bikişîne cem xwe û Rojava dorpêç bike. Lê belê, dema HSD ava bû û dest bi pêngavê kir, ji bo êrişê ti hinceta xwe nema. Ji ber vê yekê wê bixwaze pêşî li pêş de çûna QSD’ê bigire. Wê bixwaze pêşî li pêşketina têkiliyên li qada navneteweyî bigire. Naxwaze QSD a ku destekê ji qada navneteweyî dibîne û li hemberî çeteyên DAIŞ'e pêngavên serketî dimeşîne, bêhtir aktîf bibe."



MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ/ANF/QAMIŞLO