Welatiyên ku koç nekirin jî vê carê leşker û cerdevanan malên wan şewitandin û rastî îşkenceyê hatin. Welatiyên ku xaniyên wan hatin şewitandin ji neçarî koç kirin. Welatiyê bi navê Mecît Çetîn diyar kir ku di serê salên 90’î de rewşa wan a aborî gelek baş bû li gund sê kerî pez, sê kerî berx û bi sedan çêlekên wan hebûn.


‘Haya me ji zarokên me nebû’
Çetîn, anî ziman ku li Îlona sala 1990’î de 13 helîkopteran leşker danîn dora gundê me û piştî wî avêtin ser gund leşkeran jin zarok hemû kes li qada gund komkirin û wiha got: “Hemû mêr birin dibistanê û li wir 6 saetan em da rawestan din. Agahiya me ji jin û zarokên me nema. Li dibistanê îşkence li me kirin, heqaret li mekirin û kiryarên ku nay hişê mirovan li me kirin.” Çetîn da zanîn ku gelek kesên ku li gundê Suxûrpaşayê dijiyan ji aliyê leşkeran ve hatin girtin û 9 mehan li herêma Sêgirka û Navgoya de rastî îşkenceyan hatin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir gundê me hatin valakirin û me ji neçarî koç kir. Ji bo ku em ji gund derkevin tundî li ser me didan meşandin. 70 Cerdevanên ji gundê Alan û Êzdînan kewarên mêşan dizîn. Ji ber îşkenceyê giran yên dewletê gelek gundî neçar man ku koçî metrepolan bibin. Li gel hemû îşkenceyan jî hinek gundiyan li gund man û li berxwedan. Bi hatina zivistanê ve me hewlda ku em giyayên li zozanan bînin lê helîkopteran gule li ser me barandin.”

‘Em rastî êrişa leşkeran hatin’

Çetîn, destnîşan kir ku bi meha Nîsanê re yekîneyên leşkeran carek din hatin gund û çend malbatên ku li gund mabûn û kesên ku li gund koç kiribûn xwestin hemû bibin cerdevan û wiha berdewam kir: “Fermandarê bi navê sûat ji mere got hun “terorîstin” gotinên ku mirov nikarin bêjin bê cudahiya ol û îmanê ji me re dijûn da û heqaretê me kirin. Ji ber ku me cerdevanî redkir ji me re got ‘Ger pozê yek leşkerî xwîn bibe ezê serê we jêkim’. Ji bo ku zerarê nedin me, me rojê 2 mîh serjêdikirin û didan leşkeran.” Di encama tundiyan de li gund em 3 mal man, rayedarên leşkeran hat ji mera got jin û zarokên xwe bigrin û li gund derkevin tundî li ser me kirin. ji ber ku riya me girtîbû û pereyê ku em koç bikin tune bû me nedixwest em gundê xwe terk bikin. Di meha Gulanê de em rastî êrişa leşkeran hatin.”

‘Xwestin me bikin mertal’

Çetîn, da zanîn ku Dema bêrîvanan pez didotin leşkeran êrişkir û satilên şîr rijandin û bira pez li hev belavkir û wiha lê zêde kir: “Şivanên ku xwedî li pez derketin rastî lêdanê hatin. Pezên me bê xwedî ma. Me bira pez kom nekir li hev belav bibû. Me nêrî ku ji gund dû radibe û em ber bi gund revîn. Çend malên ku li gund mabû dorpêç kiribûn, zarokên ku li mal de derxistibûn derve, hinek leşkeran mazot li mal û tewleyên me kirin û dan ber agir.  Çetîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev 14 sale gundê me wek herêma tampon hatî îlan kirin. Em dixwazin êdî vegerin gundê xwe lê ne ji bo vegera gundan bingehên zagonî hatî avakirin ne jî çavkaniyên maddî hatine afrandin û xwest ku ji bo vegerê derfet bê avakirin.

WAN