Şêrwan Cacan derbasbûna hêzên Tirk a ser axa Rojava şermezar kir û got: “Hikûmeta Tirk bi siyaseta xwe ya dijminatiya Kurdan giştî û bi taybet Rojava hewl dide şoreşa Rojava û destketiyên di dirêjahiya van 4 salan de têk bibe.”
Şêrwan Cacan diyar kir ku dewleta Tirk li herêma Girkê Legê bi hewldanên derbaskirina sînor dixwaze tevlîheviyan derxe û got: “Dewleta Tirk hewl dide tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe û Rêveberiya Xweser û destketiyên hemû pêkhateyan pûç bike.”
‘Dixwaze YPG’ê terorîst îlan bike’
Cacan da zanîn ku hikûmeta Tirk bi van kiryaran têkiliya xwe ya bi çeteyan re nîşan dide û wiha axaftina xwe domand: “Hikûmeta Tirk bi kiryarên xwe dixwaze operesyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a rizgarkirina gundewarên başûrê Kobanê pûç bike. Hikûmeta Tirk dixwaze YPG´ê bikşîne nava şerekî û wê terorîst îlan bike. Bi van kiryaran li gorî fikara wan bi îdîaya ku sînorê xwe ji komên terorîst biparêze, dixwaze derbas bûna ser axa Rojava li xwe rewa bike.”
‘Navbera çeteyan û dewleta Tirk hat girtin’
Şêrwan Cacan diyar kir ku rizgarkirina herêma Girê Spî ji bo çeteyan û ji bo hikûmeta Tirk sîleyek bû û wiha pêdeçû: “Bi rizgarkirina Girê Spî re deriyê bingehîn ê di navbera çeteyan û dewleta Tirk de hat girtin û tenê ji bo piştgirtdayîna çeteyan ji wan re herêma di navbera Kantona Kobanê û Efrînê ma.”
Cacan di dawiya axaftinên xwe de bang li hemû hêzên navnetewî kir ku sînorekî deynin ji binpêkirinên sînor ên bi destê himûmeta Tirk li dijî gelê Rojava re.