Meclîsê di vê derbarê de jî, beyannameyek jî ragihand. Meclisa wilayeta bajarê Diyalayê xweseriya xwe ya herêmî ragihand. Hema piştî vê biryarê, bûyerên nerazîbûnê qewimîn. Li bajarokê Şareban mala walî hate şewitandin û nobedarekî jî hate kuştin.
Meclîsa wilayeta Diyalayê di rûniştina xwe ya asayî de, bi piraniya dengan biryar da ku wilayeta Diyalayê, di çarçoveya Iraqa Federal de, bibe herêmeke xweser. Meclîsê di vê derbarê de jî, beyannameyek jî îlan kir.
Piştî vê ragihandinê, hêzeke taybet Şêx Ziyad Ehmed Deloyî, endamê meclîsê girt û ber bi bajarê Tahranê ve bir.
Welatiyên şiî yên bajarê Şareban jî, li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşandan. Mala walî şewitandin û nobedarekî wî jî kuştin.
Ziyad Ehmed, endamê meclîsa wilayeta Diyalayê, di daxuyaniya xwe ya da rojnemeya de got: “Li ser daxwaza serokeşîrên herêmê, wan wilayeta Diyalayê wek herêmeke serbixwe îlan kirine.”
Endamên Kurd ên meclîsê bi şertê ku bajarên Kurdan ne di nava sînorê herêmê de bin, piştgiriya biryarê dikin. Guman hene ku bi vê biryarê dixwazin herêmên Kurdan venegerin ser herêma Kurdistanê.


 HEWLÊR