Hisên Ezam: Sûriya tenê bi rêya diyaloga aştiyane û demokratîk wê ji aloziyê xilas bibe. Lihevkirin û nêrîn di navbera me de hene. Lê heta niha em negihiştine asta diyaloga cidî û avaker.
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Hisên Ezam got, pêwîst e bi rêya diyalogên navxweyî aloziya Sûriyê were çareserkirin û bi dûrxistina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê aloziya welêt çareser nebe.
Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re di Adara 2011`an de bi dehan civîn û kongre bi piştgirî û garantoriya gelek dewletên destwerdayî Sûriyê, hatin lidarxistin. Lê van civînan ti encam ji bo xizmeta gelê Sûriyê wernegirt. Berovajî wê, ev civîn xizmeta berjewendiyên wan dewletan dikin ku xwe weke parêzvanê gelê Sûriyê nîşan didin. Rêveberiya Xweser ji destpêka avabûna xwe ve di sala 2014`an de ji bo çarserkirina aloziya Sûriyê banga pêwîstiya pêkanîna diyalogên cidî di navbera gelê Sûriyê de dike.
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Hisên Ezam diyar kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) projeya diyaloga Sûrî-Sûrî pêşkêş kiriye û wiha peyivî: “Di Mijdara 2018`an de MSD´ê komxebatek li dar xist. Gelek kesayetên siyasî û lêkolînerên cîhanî û ji hundirê Sûriyê tev li komxebatê bûn ji bo nîqaşkirina siberoja aloziyê û rêbazên çareserikirina aloziya Sûriyê.”
Diyaloga aştiyane derman e
Ezam anî ziman ku ji bo peydakirina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re diyalog esas e û wiha dewam kir: “Em her tim bi diyalogan û bipêşxistina wan re ne. Sûriya tenê bi rêya diyaloga aştiyane û demokratîk wê ji aloziyê xilas bibe. Lê divê ev diyalog dûrî civînê cîhanî û ajandayên derve be.”
Tevî rizgarkirina rûbera bi rêya ji sedî 30 ji tevahiya rûbera Sûriyê û hebûna zêdetirî 5 milyon kesên ji pêkhateyên dînî û nijadî yên cuda, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên girêdayî wê, ji tevahiya kongre û civînên bi armanca çareserkirina aloziyê Sûriyê, hatine dûrxistin.
Bê MSD çareserî nabe
Ezam di nav gotinên xwe de got, “Hinek alî hewl didin me ji civînên navneteweyî û komîteya destûrî dûr bixin. Ew civîn xizmeta hewldanên çareseriyê nakin. Ajandeyên navneteweyî wê bandorê li wan bike bibin û aliyên derve wê bidin meşandin da ku xizmeta berjewendiyên wan bikin.”
Ezam bal kişand ser wê yekê ku divê her çareseriyek tevahiya pêkhateyên Sûriyê vehewîne û wiha dewam kir: “Bi dûrxistinê çareserî ne pêkan e. Divê em di çareseriyê de şirîk bin.”
Dagirkerî çareseriyê asteng dike
Dewleta Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmehê ve heta niha bi armanca qirkirinê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ezam destnîşan kir ku Tirkiyê û êrişên wê, li hember çareseriyê astengî ne.
Têkildarî hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo ku bigihêjin lihevkirinekê bi rejîma Sûriyê re, Ezam got, “Hikumeta Şamê diyalogê tenê bi Kurdan re dixwaze, dûrî Ereb û Suryaniyan. Em dibînin ku Rêveberiya Xweser nûnertiya tevahiya pêkhateyên herêmê dike. Divê çareserî giştî be. Hemû jê sûdê wergirin. Ne tenê aliyek. Ji bilî wê jî em ti çareseriyeke din qebûl nakin.”
Li ser danûstandina bi rejîma Sûriyê re hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê got, “Lihevkirin û nêrîn di navbera me de hene. Lê heta niha em negihiştine asta diyaloga cidî û avaker.”
MA/QAMIŞLO