Wezareta Şûnwaran a Misrê wêneyek belav kir ku tê de mirov dibîne roj di ser milê sfînks re diçe ava. Ev çûna ava ya rojê ya 20 Adarê bûye. Yanî çunaava ya rojê ya dawî ya beriya Newrozê. Li gorî wezaretê ev dikare êdî agahî û fikrên me yên li ser Misra kevin ji serî heta binî biguherîne. Li gorî gelek arkeologên wêne dîtî, xasma yekî navdar Glean Dash û yek ji wezîrên şûnwaran ên kevin ên Misrê Zahî Hawass, ev wên piştrast dike ku Sfînks wisa hatiye çêkirin ku di Newrozê de dam bikeve rêza roja diçe ava. Bi ya wan sedem muhtemelen baweriya bi rojê ya Misriyên kevin e. Wekî din, biya Glean Dash pîramîdên li Gîza yên Xefra û Xûfû jî li gorî heman mentiqî hatine çêkirin.

 

QAHÎRE