Endamê Konseya Serokatiya KCK'ê Diyar Xerîb derbarê dagirkeriya leşkerên Tirk ya li Başûrê Kurdistanê de axivî. Xerîb got: “Dagirkeriya dewleta Tirk ji bo şerê li dijî PKK’ê, pêwîste aliyên siyasî yên Kurdistanê vê nepejirinin, vegera Tirkiyeyê tenê ji Mûsilê bes nîne, divê bi tevahî ji Başûrê Kurdistanê derbikeve.” Xerîb bang li hemû aliyên siyasî kir ku li hemberî dagirkeriya delweta Tirk bibin xwedî helwest. 


KCK’ê helwesta xwe nîşan da

Xerîb bi bîr xist ku wan weke KCK’ê li hemberî dargirkeriya dewleta Tirk di destpêkê de helwesta xwe diyar kiriye û wiha pê da çû: “Armanca hatina leşkerên Tirk ewe ku di çarçova Mîsakî Milî dixwaze Mûsilê bixin dibin destê xwe de. Tirkiye dîsa bi heman mebestê li pey planên cuda ye. Li aliyê din ve armaca leşkerên Tirk ewe ku,  ji bo Tirkiyeyê di warê siyasî de giranbûnekî li Iraq û Sûryeyê peyda bike."


Hedef PKK, YBŞ û YPG'ê ye

Diyar Xerîb di berdewama axaftinên xwe de ragihan ku dewleta Tirk dixwaze bi beşdarbûna şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, li ser PKK, YBŞ û YPG'ê bazirganiyê bike.”

Xerîb bal kişan ser rola YBŞ û HPG'ê di rizgarkirina Şengalê de û wiha axivî: “Piştî Şengal hat rizgarkirin gelê Şengalê xwest ji xwe re sistemekê ava bike, lê Tirkiye vê yekê napejirîne. Çawan ev sê sale dixwazin destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ji holê rake, niha daxweze ji Şengalê ji li pêşiya pêşketinên wir bibe asteng û nehêle destkeftî dirûst bibin. Bêguman bi siyasetê nekarî vê yekê bike. Bi hêza leşkerî dixwaze moral bide aliyên dixwazin vê yekê pêkbînin û bi vê re stratejiya xwe jî pêkbîne."


'Hinek aliyên navneteweyî Tirkiye terîk kir'

Endamê Konseya Serokatiya KCK'ê Diyar Xerîb destnîşan kir ku li gorî lêkolînên wan kiriye, hinek aliyên navneteweyî Tirkiye terîk kirine û wiha axivî: “Tirkiyeyê wisan dizanî ku bê Iraqê wê bi hêza leşkerî li Iraq û Başûrê Kurdistanê siyaset bike. Lê rastî bertekên mezin hat. Li Başûrê Kurdistanê ji derveyî PDK'ê piraniya aliyên siyasî bertek nîşan da, dîsan hikûmeta Iraqê bertek nîşan da, ji ber vê yekê jî neçar ma gav paş de bavêje.”


Hezê xwe dibe Behdînan

Diyar destnîşan kir ku heta niha jî Tirkiye leşkerên xwe ji Başîkayê venekişandiye û wiha got: “Tirkiye dibêje ezê hêzên xwe vekêşim bibim Behdînan. Niha hinek bûne herêma Bamernê, Kanîmasî û aliyê Şêledizê, evane jî hemû herêm xaka Kurdistanê ye. Eger weke dewlet behs bikî xaka Iraqê ye, eger weke coxrafya behs bikî xaka Kurdistanê ye."


'Mûsilê bes nîne'

 Diyar Xerîb diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê ji Mûsilê divê ji tevahiya herêma Kurdistanê jî leşkerên xwe vekşîne û axaftinên xwe wiha domand: “PDK'ê bi eşkere hatina leşkerên Tirk erênî dît. Ev yek helwestekî şaş bû. PDK xwe bi vê helwestê lewaz dike. Dibe ku ev helwest xizmeta armancê PDK'ê bike. Lê di rastiyê de hatina leşkerên Tirk hem ji bo PDK'ê hem ji bo tevahiya gelê Kurd zerere. Ji ber ku Iraqê serweriya xwe heye. Iran li milekê Tirkiye li milekê dixwazin ji ber nakokiyên dîrokî Kurdan bidin aliyê xwe.”


‘Pêwiste Kurd îradeya xwe bike yek’

Xerîb di berdewama axaftinên xwe de got pêwîste Kurd îradeya xwe bikin yek û wiha axivî: Tişta niha PDK'ê kiriye, wisan diyar dike ku li eniya Tirkiyeyê ye. Ev yek ji ziyanê digihîne li yekbûn û îradeya Kurd an. Giringe PDK xwe li ber çavan re derbaske. Herwiha di vê demê de serdana Mesûd Barzanî ya Başîka jî negûncav bû. Ji ber ku çûna wî tê wateya alîkariya hêzên li wê derê dike."


Ji bo gelê Başûr bang

Endamê Konseya Serokatiya KCK'ê Diyar Xerîb got ku divê li hember hebûna leşkerên Tirk a li Herêma Kurdistanê gelê Kurd xwedî yek helwestê be û wiha axivî: "Pêwîste gelê Başûr û aliyên siyasî bi cidî nêzî hebûna leşkerên Tirk a li Herêma Kurdistanê bibin. Dema ku leşkerên Tirk di sala 2007'an de hatin û xwestin bikevin Zapê gelê Başûr li hember derketin û nehiştin bi pêş biçin. Niha jî pêwîste gelê Başûr heman rengî helwest nîşan bide.”


‘Em çalakiyan pîroz dibînin’

Diyar Xerîb bal kişan ser çalakiyên gelê Başûrê Kurdistanê ku li dijî dagirkeriya leşkerên Tirk li dar dixin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em van çalakiyan pîroz dibînin. Dîsan partiyan helwesta xwe nîşan dane, evane cihê rêzdariyê ne. Lê ev yek têrê nake. Pêwîste ew partiyên helwesta wan heye, helwesta xwe yek alî bikin. Gel jî çalakiyên berfireh tir li dar bixin. Bi vî rengî emê bikarin artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê derbixîn. Niha jî dixwaze li Rojava statuya Kurdan bişkêne, li Bakûrê Kurdistanê dixwaze berxwedana gel bişkêne û li Başûr jî dixwaze mûdaxaleyî siyasetê bike. Pêwîste em li her cihî piştgiriya hev bikin." 


 ROJNEWS/QENDÎL