Belê, AKP û hevalbendên wî Tirkiyeyê wekî diyarê demokrasiya pêşketî bi nav dikin. Demokrasiya wan hindî bi pêş ketiye, her roj bi dehan kes têne girtin û li girtîgehên bi tîpa F bi bextê xwe şa dibin.
Demokrasiya wan hindî bi pêş ketiye ku ciwan û nûciwan li kuçe û kolanan, li gelî û newalan bi guleyên polîsan û bombeyên balafiran têne kuştin, serokwezîr spasiyên xwe pêşkêşî kujeran dike.
Demokrasiya wan hindî bi pêş ketiye û lê dad û avadaniyê geşe daye. Li vî welatê dadmend kujer roja nava rojê li ber çavên her kesî bi plan û bername mirovan dikujin, serê mirovan jê dikin, lê dadgeh û dadger li pişt van bûyeran rêxistinê nabîne. Lewre kujeran ji bilî ala Tirkan tu al berz û bilind nekirine, ji bilî dirûşmên Tirkperest tu dirûşm neqîriyane.
Ji bo rêxistinê pêdivî bi ala rengîn an jî ala sor, pankart û dirûşmên azadîxwaz heye. Kujer ne doza aştiyê dikin, ne jî doza mafê perwerdehiyê. Lewre jî ew “çend ciwanên hêrsbûyî yên neteweperwer” in.
Li vî welatê ku bi hezaran siyasetmedarên Kurd, bi sedan xwendekar, bi dehan rojnameger ji ber bîr û ramanên xwe, ji ber nûçe û nivîsên xwe û ji ber daxwaz û çalakiyên xwe yên demokratîk girtî ne, kujerên nîjadperest bi azadî û serbestî dijîn û mirovan dikujin.
Ligel vê rewşê jî AKP û hevalbendên wê yên Tirk û Kurd ji me dixwazin ku baweriya xwe bi gotinên wan bînin û spasiya wan bikin. Çima? Ji ber ku ew di TRT 6 de ji me re qala Medreseyên Berê dikin. Bo nimûne, Kemal Burkay ji me Kurdan dixwaze ku em ji gotinên wî û Tayîp Erdogan bawer bikin, xwe ji BDP û PKK’ê dûr bixin û bikevin bin baskê wan, balindeyên azadiyê basko bikin. Ji me dixwaze ku em kulîlkên hêviyê bi ava şor av bidin û gulên Baxê Îrem biqurmiçînin.
Li gorî gotina wan, heke em wisa bikin, dê deriyê çareseriyê heta ser piştê vebe, dê aştî û bextewarî para me be. Hingî em ê karibin kevçiyê xwe di xwîna eylo û bazan de bikin û bi kêfxweşî fir bikin. Hingî dê ji ber deriyê me biçe û sir û seqema zivistanê û Kurdistan bibe gulistan.
Lê bi hezaran kesên ku di roja kuştina Hrant Dînk de daketin kuçe û kolanan wekî Erdogan û Burkay nafikirin. Ew dibînin ku aştî û azadî bêyî ked û xebat nayê. Ew dibînin ku AKP bi guran re dixwe, bi şivên re şînê dike. Ew dibîne ku AKP kujeran diparêze û hevkarên wan dike mebûs, dike walî.
Lewre jî ew dadikevin kolanan û dengê dad û azadiyê berz û bilind dikin. Bi vî awayî hêvî geş dibe, bextê mirovan xweş dibe. Bi vî awayî deriyê dadayî yê çareseriyê vedibe. Bi vî awayî Baxê Îrem bi gul û kulîlkên rengîn dixemile, doza aştî û azadiyê dikemile