Buroya Pirtûkan a Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Hûrî diyarî dan kesên bi dewamî pirtûkan dixwînin.

Bi armanca teşwîqkirina xwendevanan merasîmek hat lidarxistin. Merasîm li navenda Çand û Hunerê ya Hûrî bi beşdarbûna dehan kesan hate lidarxistin. Salona navendê bi wêneyên RêberêGelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên têkoşeran û alan hatibû xemilandin.

Merasîm bi rêzgrtinê destpê kir, paşê berpirsê buroya pirtûkan a Hûrî Selma Ehmed Merdelî axivî û bi xêrhatina mêvanan kir û spasiya kesên ku serdana buroya wan dikin û pirtûkan dixwînin kir.

Piştî axafitnê rêveberê Buroyê diyarî dan kesên ku bi dewamî pirtûkan dixwînin.

Di dawiya mersîmê de Koma Bêrîtan û Koma Dîlayên a navenda Çand û Hunera Demokratîk stran û xelekên govendê pêşkêş kirin.  


 AMÛDÊ