Yeke din li pirtûkên der barê neteweyan û Kurdan de zêde bû. Pirtûka bi navê “Mafê neteweyan ê diyarkirina çarenûsa xwe û Kurd’ a Prof. Dr. Norman Paech û Dr. Sebahattîn Topçuoglu nivîsandî, ji Weşanxaneya Amarayê derket. Pirtûk meseleya Kurd di çarçoveya mafê neteweyan ê diyarkirina çarenûsa xwe de hatiye nirxandin û pirtûk li ser mînakên cîhanê jî radiweste. Pirtûk bêhtir wekî lêkolîneke hiqûqî ye. Di pirtûkê de çar sernavên bingehîn hene; meseleya polîtîk a Kurd, çarçoveya hiqûqî û mafan de û wekî hindikahî Kurd.
Di beşa duyemîn de li ser konsepta parastina hindikahiyan û asta wê ya navneteweyî minaqeşeyeke ilmî heye. Di beşa sêyemîn de dîmenekî giştî yê mafê neteweyan ê diyarkirina çarenûsa xwe tê minaqeşekirin. Di beşa çaremîn de jî derfet û rêyên li ber Kurdan di çarçoveya mafê diyarkirina çarenûsê de hatine raçavkirin. Di pirtûkê de wekî din mînakên xweseriyê yên Spanya, Brîtanya û yên din ên li Ewrûpayê jî tên terîfkirin.
Wekî gel Kurd
Prof. Peach û Dr. Topçuoglu, di lêkolînên xwe de li ser taybetmendiyên xweser ên Kurdan, dibîjin: “Zimanê Kurdî bi zimanê Erebî û Tirkî re tu aliyekî wanî hevbeş tune, ev jî xweseriya gelê Kurd bi zelalî radixe ber çavan. Her wiha, her çendî ji hêla dewletan ve hatiye tepisandin û tine hesibandin jî ti taybetmendiyên xweyî otantîkî ji dest nedane û di warê wejeyî û çanda muzîkê de taybetmendiyên xwe diparêze.”
Pirtûka gelek taybetmendiyên çand û dîroka Kurdistanê di naveroka xwe de dihewîne, ji Weşanên Amarayê derket pêşberî xwendevanan.
AMED