‘’Karîgeriya herî sereke ya nijadperestiyê, mijûlkirine. Bi vê mijûlkirinê derfet nade ku hun karê xwe yê esasî bikin. Nijadperestî her car we naçar dihêle ku hun sedemê hebûna xwe rave bikin. Vê yekê dubare her dubare bi we dide kirin. Yek ji wan radibe û dibêje ‘zimanê we nîne.’ Hûn jî piştî vê gotinê nêzî 20 salan hewil didin ku hebûna zimanê xwe îspat bikin. Yekî din radibe û dibêje; ‘Şeklê serê we ne birêkûpêk e’ ji bo ku hûn îspat bikin bê şeklê serê we birêkûpêke bi salan bi însanên zanyar xebatê dimeşînin. Yekî din radibe û dibêje; xwedêgiravî ‘hunera we nîne’ hûn vê mijarê dixin ber lêpirsînê, yekî din radibe; ‘şahînşahiya we nîne’ hûn jî vê lêkolîn dikin. Lê pêwîstî bi yek ji van jî nîne, ji ber ku wê tiştekî din bixin rojeva we de.’’
Belê, ev gotinên ku ji ezmûna jiyaneke têrtijî dawerivîne, heke mirov nezanibe ji hêla kê ve hatine ser ziman, pir bi dilrehetî dikare bibêje, ji hêla Kurdekê/î ve di van demên dawî de hatine gotin. Lê na ev diyardeyên rasteqîn ji hêla jineke wêjevan a Afro-Amerîkî ve, weke diyardeyên encama jiyaneke bi têkoşan hatiye gotin. Navê vê jinê Tonî Morrîson e ku 5´ê Tebaxa sala 2019´an di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Tonî Morrîson ku xwedî xelatên mîna Nobel û Pulîtzer bû der barê nijadperestiya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û encamên vê nijadperestiyê de bê sekin di wêjeya xwe de nivisand.
Nijadperestî li her devereke dinyayê di pêkanîna wê de li gorî heqîqeta herêmê her çend xwedî hin taybetmendiyan be jî, di cewherê xwe de, xwedî taybetmendiyên hevbeş e. Tinehesibandin, jinedîtîvehatin, redkirin, serdestkirina yên xwe, ferq û cewaziya ‘em û yê din’ piçûkdîtin û hwd. ku xwe li ser yê din ferz dike, zemînên nijadperestiyê ne. Di nimûneyên dîrokî de jî, di roja me ya îro de jî tişta ku li derdora nijadperestiyê diqewime ev e.
Ji bo vê nivîsê li aliyekî bi tena serê xwe weke takekes grîngiya Tonî Morrîson li aliyê din jî grîngiya ku rewşa nijadperestiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û Kurdistanê nîşanî me dide, di heman wateyê de ne. Ji ber ku ev diyarde di vê dema dawî de dîsa ji hêla nijdperestiya dewleta tirk ve di dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê an jî bi tevahî li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî de, bi me dide diyarkirin ku nijadperestî bi çi hawî xwe her nû dike.
Ji bo gel an jî netewe, axa ku li ser e, hîmekî esasî ye. Aîdiyeta xwe ya bi axê re weke nasname hildigre. Kodên cîvakî, dîrokî, erdnîgarî û mirovên xwe di kesayetê xwe de dibîne. Ev hemû di cewherê xwe de weke welat, weke war, niştiman tê binav kirin. Bi heqîqeta welatê xwe, war an jî niştimana xwe ye, li gel yên din ên bi navên din di cewherê xwe de şêwazê herî aştiyane yên gelan e. Jixwe şer li dijî vê rastiyê xwe ferz dike û nijadperestî halê herî xirab ê şer e.
Di roja me ya îro de li Rojavayê Kurdistanê xweferzkirina nijadperestiya dewleta tirk, di heman demê de ferzkirina rojeva xwe ye jî. Bi yek carî warê me yê bi hezaran salan tine dihesibîne û hewil dide bêhesap, bêpîvan, bi awayekî hovane welatê me ji bo hesabên xwe yên qirêj bikarbîne. Lê ji ber vê ye ku li çar parçe Kurdistan û li gel her Kurdek xwedî rûmet pêrgî nerazîbûneke tund hat û tê. Ev nerazîbûn bi xwe re diyarkirina rojeva me anî ku ew jî berxwedan e. Berxwedaneke wisa ku di wicdanê mirovahiyê de tîna agirê hêviyê geş kir. Bi hêsanî em dikarin bêjin, tevî hevpeyman, agirbest, yekalîbûna berjewendiyan hemûyan an jî li hemberî bereya serdestan rojeva gelan, jinan, bindestan, mazlûman û yên xwedî maf bi awayekî serberz seknek bi xwe re anî.
Ev yek dihêle mirov bi xwe bawer bin. Jixwe tişta herî zêde dijmin, serdest, nijadpersest jê ditirsin jî ev e. Hevgirtin, bi xwe bawerbûn û rênîşaneyeke bi hêz û temam e. Di roja me ya îro de ev hemû jî hene. Wê demê divê yê fikaran bike nijadperest bin.