Yek ji dîzaynerên pîşesaziyê yê navdartirîn Luigi Colanî doh di 91 saliya xwe de mir. Dîzaynerê ku nexasim li Elmanya, Japonya û Çînê weke efsane tê binavkirin, ji aliyê bavê xwe ve Kurd bû.
Doh sibehî, hevjîna wî Yazhen Zhao bi çapemeniyê da zanîn ku Luigi Colani li nexweşxaneyeke li bajarê Elmanyayê Karlsruhe di encama nexweşiyeke giran de miriye.
Luigi Colani nexasim jî bi sêwirandinên xwe yên aerodînamîk û formên xwe yên biyomorf ji bo erebe û balefiran dihat nasîn. Lê wî wekî din dizayna eşyayên weke firaxên midbexê, û kursî û maseyên nava malê jî kiriye.
Luigi Colani bi navê xwe yê medenî Lutz Colani 2´yê Tebaxa 1928´an li Berlînê ji dayik bû. Bavê wî mîmarekî filman ê Swîsreyî bû ku bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê ye. Dayika wî jî ji Lehistanê bûye.
Wî peykertraşî li Berlînê xwend, lê paşê ji 1949´an heta bi 1952´yan li Parîsê Aerodînamîk, Avahîsaziya ultra sivik û Fîlozofiya Analîtîk xwend. Wî ji bo xwe digot, “Ez dehbeyekî serketî me, û şensekî min ê mezin hebû.”
Ji bilî dîzaynkeriya wî di salên 70 û 80´yî de wî xwe kir stêrkeke çapemeniyê û bi stratejiya xwe jî bi ser ket.
Bavkurdiya Colanî
Gava rojnameya Ingilîz The Guardianê ji Luigi Colani pirsî, ka ew çaketekî havînî jî weke yê xwe yê zivistanî li xwe dike yan na, Kurdbûna wî jê re bûbû bersiv: "Na. Ez tevahiya salê vî li xwe dikim. Ez li Elmanyayê hatim dinê, lê belê pêşiyên min ji aliyê bavê min ve li Îtalya û Swîsreyê qederê 200 salan jiyane, beriya wê jî ji Kurdistanê çûne wir. Ew heman tiştî tevahiya salê, zivistan û havînan li xwe dikin, û ev li cem min jî adet e."
Beriya 11 salan gava ji rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung re peyivî, dîsa Kurdistan hat bîra wî, lê vê carê ji bo sedema gloverbûna dîzaynên xwe rave bike berê xwe dide Kurdbûna xwe: "Pêşiyên min ne ji Swîsreyê, lê ji Kurdistanê ne, aliyê bavê min ji Bakurê Iraqê ne. Li wir eşîrek heye bi navê Gholanî (muhtemel e ku Xolanî be) heye. Lê axir ev meseleyeke fonetîk e, ew ji xwe re dibêjin Colanî (yan Çolanî yan jî Qolanî tê xwendin). Ez pirr ecêbmayî mam dema ez carekê çûm serdana wan. Min hingê cemediyek da ser serê xwe, kalaşnîkofek jî danî ber çongên xwe - û ez eynî weke wan bûm! Ez hem gelekî metel mabûm û hem jî dilê min rehet bûbû ku êdî min dizanî ew zimanê min ê formîn gilover ji ku tê."
Yanî li gorî wî formên gilover awayî îfadeya forman a Kurdan bûye û vê li cem wî jî xwe daye der.
FRANKFURT