Dewleta Tirk a li Efrînê bi diziya xwe ya mirîşkan û zeytûnan navdar bû, niha derket holê diziya gurçikan jî dike.
Basil Mihemed Nezîr ê ji Rojava li ser sînor birîndar kirin, rakirin nexweşxaneyê û piştî ku narkoz danê gurçika wî dizîn.
MÛSTAFA ÇOBAN / HESEKÊ
Basil Mihemed Nezîr ê 27 salî ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, beriya du salan dema ku hewl dida derbasî Qoserê bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînor hate birîndarkirin. Bi rengekî birîndarkirî êşkence li wî hate kirin û piştre Nezîr birin Qereqola Jendermeyan a Mêrdînê. Nezîr piştre li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hate dermankirin. Nezîr hate emeliyatkirin û bi alîkariya malbata xwe vegeriya Dirbêsiyê. Piştî ku vegeriya nexweş ket û ew rakirin nexwşexaneyê. Hingî pê hesiya ku gurçikeke wî nîne.
Min bîra tiştekî wisa nebir
Nezîr jî qala serhatiya xwe ya sala 2017’an kir û weha got: “Ji bo kar û xebatê, tevî 16-17 kesî me hewl da ji sînor derbas bikin. Leşkeran li me reşandin û ji aliyê çepê yê zikê xwe birîndar bûm. Birîneke sivik bû. Bi birîndarî tevî du hevalên min em birin qereqolê. Li qereqolê êşkence li me kirin û piştre ez rakirim Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Ji bo min emeliyat bikin narkoz dan. Dema ku hişyar bûm hem li aliyê çepê hem jî li aliyê rastê yê zikê min qul kiribûn û dirûtibûn. Piştre bi alîkariya malbata xwe li Dirbêsiyê vegeriyam.”
Nezîr dibêje, piştî ku vegeriyaye ji bo muayeneyê çûye nexweşxaneyê ye. Li wir hîn bûye ku gurçika wî nîne û got, “Dema ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê bûm gurçika min dizîn. Piştî ku narkoz dan ji ser hişê xwe çûm. Dema ku hatim ser hişê xwe pê hesiyam ku ji du deveran hatime emeliyatkirin, lê belê tiştekî wisa nehat bîra min.”
Divê bûyer were lêkolîn
Nezîr destnîşan kir ku ew di kontrola leşkerên Tirk de emeliyat bû û para leşkerên Tirk di dizîna gurçika wî de heye û bang li saziyên navneteweyî kir ku bûyerê lêkolîn bikin. Nezîr piştî du salan vê carê ji ber êrişa dewleta Tirk neçar ma koç bike. Nezîr û malbata wî ji ber êrişa bi topbaranê ya dagirkeran a li dijî Dirbêsiyê neçar man koç bikin û niha li Hesekê li dibistanekê ne.
Diziya organan ne nû ye
Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) dizekiya dewleta Tirk a organan xistibû rojevê. Di 25’ê Mijdarê de F.T. ê ku piştî teqîneke li Girê Spî bi sivikî birîndar bû, leşkerên tirk ew rakiribûn nexweşxaneyê û bi gotinên şahidan organên wî hatibûn dizîn. SHOR’ê bang li saziyên navneteweyî kiribû ku mijarê lêkolîn bikin. Der barê dewleta Tirk de îdîayên bi heman rengî ji bo penaberên ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê koç kirin jî pir caran ketibûn rojevê.