Dîwana Azer Şiwêş bi navê 'Delal Can' hatî tomarkirin bi pêşgotina Ferda Çetîn gihîşt dildarên helbestê. Ferda Çetîn, gelekî çikot e, her tiştî bi hêsanî naecibîne. Heta demarek xas, pak û zelal jê nebîne pêsnê wê nade. Nifirên Ferda Çetîn balkêş in... Nifirên dostî û piştpaliya rast in. Xuya ye ji wê hezkiriye. 

Helbest pir arogant e. Ewqasî jixwe razî û serhildêr! Sitû natewîne. Dema min rûpelên vê dîwanê vekir derbên çakûçê helbestên ‘Delal Can’ ê li ser rihê xwe, ji kûrahiya dil hîs kir. Di vê gotarê de min xwest, min çi ji Azer Şîwêş fêm kiriye bi we re parve bikim.  

Ez ne Melayê Cizîrî me ku peyvên xwedayî bikim qutnî qumaşê evînê. Ne jî Feqiyê Têyran im ku per û baskên ji ba û bahozan lêdim ji efsûna rengên Kadizê bibim rêwî. Ne pêkan e! Ez nabim toza bin lingên wan jî. 

Tenê hezkirina min ji 'gotin'ê ye. Aşiq û dildarê gotin û peyvan im. Ewqas nizanim kengê kete mêjiyê min lê "God", navê Xweda ya Ewrûpiyan e. Heta Îndo german vêna wekî "Xot" jî bilêv dikin. "Xot" û "Xwedê" nêzîkê hev in. 'Gotin'ê her tim wekî peyvên xwedayî hîs dikim. Pîroz û bihêz dibînim. Dîwanê careke din ev anî bîra min.

Ji wateya hevokan tamê digirim. Yên ku min ji tiliya nigê heya mûyê serî diricifînin yanê. Ez ne li gotinên peyvan rasterast; li yên di bêrika wan ya hundirîn de ne digerim. Di zelaliya peyvan de kaosa ku jê afirîne bala min dikişînin. Ev di helbesta Kurdî de heye. Kêm bê karanîn jî heye û ji kaniyek xurt diherike. Gotin, ne tenê ji helbestê re, ji beşên din yên wêjeyê û zimên re jî hîm e. Ez hêsîrê kenên dil, kenên ku çend kêlî piştî gotinê tên; çend roj, çend serdem pişt re xwe didin der; kenên derenghatî me. Lê helbesta Kurdî, helbestvanê Kurdî, hunermendê Kurdî wekî civaka xwe sêwî û bêmecal in. Heya civak xilas nebe, wê her sêwî bimînin jî. 


Şîva wan êş û keser in

Vergilius, Pierre Ronsard yan jî Geoffrey Chaucer ji navdarî û meziniya xwe - nezanibin jî – pareke mezin ji hêza şûrê împaratorên xwe wergirtin e. Sakînên Goristana Montmartreyê dikarin ji me re şahîdî bikin. Lê helbestên vî gelî hêz û teqata xwe ji evînên jehrî, ji jehrên evîndar û ji wateyên brûskî werdigirin. Xurîniya wan tofan; şîva wan êş û keser in! Meziniya wan, di zanîna wan ya 'behnkişîneke' ye ku bostek li jêr di nava sîng de jiyanê avdide ye. 

Azer Şiwêş di 'Delal Can'ê de nîşan daye ku ew, ji vê axîna "bostek li jêr yê di nava sîng de ye" hayedar e. Wî, ji peyven feqîr gencineyek dewlemend berhev kiriye. Ji kaos û tevlêheviyekê aramî; ji şîlotî zelaliyek peyde kiriye. 

Di sed û deh rûpelên dîwanê de 111 helbest bicîh kirine. Hemû helbest di coka xwe de diherikin û di encamê de hunikiyeke xweşik li ser rihê mirov direşînin. 

Ji bilî dîroka nivîsîna helbestên xwe diwan,  ji hêla aramiya rihê Azer Şîwêş jî balê dikişîne. Yanê di nava 12 salan de ji şêweya xwe re tam sadiq maye. Helbesta pêşin ji sala 2003'yan destpê dike û sala par yanê sala 2015'an de bi dawî dibe. 


Ji dev û rihê jinê

Di dîwana Azer Şîwêş de xalek ji ya herî girîng jî helbest, ji dev û rihê jinê hatiye deranîn. Wekî ku jineke evîndar ji evîndarê xwe re van gotinan dibêje. Çima em vê dibêjin ji ber ku di 15 helbestan de 17 caran zimanê jinê yan jî zimanê “mê” yî bikar aniye. Ji rûpela 18'an de helbesta numera 11'an de dibêje:

 "Û di xatirxwestina te de

Sebra karxezala deşta te dibim" 

Şêweyeke balkêş e. Ji lewra ev ziman ji mêreki re bo ku bigihêje vê merhalê; û careke din venegere zimanê baviksalarî gelekî zehmet e.  Perwerdeyek çiqas zexm, bê tawîz lazim e êdî hesab bikin. Belkî jî divê xwe “ji nûve çê” bike. Gava mirov hemû dîwanê kontrol dike dibîne ku ji 2003'yan vir ve di hundirê xwe de xwe ji vî mantiq û zimanê baviksalarî parastiye. 

Kurdî jî yek ji zimanan e ku "nêr" û "mê"tî di hebûn û bingeha xwe re kevirê eslî dibîne. Hevoksaziya xwe jî li ser vî hîmî saz dike. Di lîteratûra Latînî de ku dibêjin "masculîn" û "femînîn" di helbestên dîwana şaîr me diajon ber dahurîna mijar û mesajên tekstê. Azer Şiwêş, di helbesta xwe de ziman û formekî femînîn bikaraniye. Hevokên nerm, rewan û hêsan berhem çêjbar yanê têrteam, tambar kiriye. Bi hêsanî tê hêskirin ku berhem, bi destkêriyeke xweş "hatiye patin".  

Şaîr, nivîskar yan jî hunermend her tiştên xwe ji derûdora xwe digirin û di formekî  pir cûda de jî li paşve vedigerînin. Hunermend bi hunera xwe, van malzeme ango materyalana dike şiklekî din. Wateyek xwedayî ku lê barkir pêşkeşê çav, guh û rih dike.

 Mirovê ji rêzê, gava ji van materyalên rêzê di form û manayeke ewqas bilind de dibîne, diheyîre, sermest dibe. Di wê kêliyê de hêza hunermendî û hunerê dinase. Hunermend jî rêjeya ferq û qalîte hunera xwe, bi nisbeta têgîhîştina vê civakê dipîve. Çer ku avîn ji şîr nayê veqetîn, huner jî ji berhemê paşve nayê derxistin. Wê sirayetê rihê materyal kiriye û veqetîn di tu şert û mercî de ne mimkun e. Bi vê jî hunermend dişibe herdê. Her tiştê saf di bedena xwe de nava tevlîheviya xwe de dihewîne û diparêze.    

Di literatûra Elewîtî de "Dewrêş" -ne derwêş- kesê bi xwezayê re bûye yek, xwedî kiryarên efsûnî; kesê xwe gîyandiye kurayiya rihê xwezayê ye. Gorî vê her tişt ji wê tê û dîsa li wê vedigere. Loma jî jê re heyran e. Hem jê hez dike, hem jê ditirse. Ne tirsa wekî ji dijmin e, na! Tirsa dûrketinê ji vê aheng  û mezinahiyê ye. Eynî libek e 'puzzle' ê ye. Ku jê kêm be 'puzzle' ne temam e.  Jê re serê xwe ditewîne xwe, ji wê; wê jî  xwe dibîne. Loma ji herdê re dibêjin "Herda Dewrêş". 

Huner prototîpek yê vê wateyê ye. Her du -huner û hunermend- bê hev nabin. Yek bê yê din nabe. Hunermend bi zanîn û kêrhatina xwe xweza teqlîd kiriye. Berhem xêzek pîçûk ya vê formê ye. Diwana Şaîr ji sedûdeh rûpelan pêk tê û tê de sed û pênceûneh car peyva "Delal" bikar aniye. Ne mijara rexneyê be jî ji bo berhemê zaafiyetek teknîkî ye. Bi rasti jî gava ez qaytê peyvên ku şaîran ji xwe çêkirine dikim şaş dibim û tam ne pê bawer im ku ev peyva jixwe berê hebû yan şaîr çêkiriye. Hostatî tam di vir de ye. Lewra tu dizanî ku şaîr,  cambaz ango îluzyonîstê peyv û gotinan in. Peyv jî dermanên zimên û tenduristiya aqil in.