Hunermend Beytocan ev 10 sal in li dijî Îbrahîm Tatlises li ser stranek dozek vekiribû. Beytocan, Tatlises bi wê yekê tohmetbar kiribû ku strana wî ya bi navê “Agir Ketiye Dilê Min” bêyî destûra wî guhertiye û navê wê jî kiriye “Rinda Min” û di albuma xwe ya bi navê “Aramam” de gotiye. Beytocan daxwaza 38 hezar lîre ji Tatlises kiribû. Lê piştî deh salan dadgehê Beytocan mafdar dît û ragihand ku Îbrahîm Tatlises mafê wî xwariye û divê 9 hezar û 515 lîre jî bide.
ENQERE