DMME’yê ji ber ku dadgeha li Tirkiyeyê peyva “Amno” ya di zimanê sûryanî de tê wateya “kesê pêbawer” qedexe kiribû neheq dît û Tirkiyeyê mehkûm kir.

Hemwelatiyê sûryanî yê li Swêdê Nûrî Aktaş di sala 2005’an de xwest li navçeya Midyadê ya Mêrdînê paşnavê xwe bi peyva “Amno” ya ku di zimanê sûryanî de tê wateya “kesê pêbawer” biguherîne. Dadgehê Midyadê peyva “Amno” bi hêceta peyv “ne tirkî ye” û ne li gorî “qanûna paşnavan e” serlêdana welatî red kir. Parêzerê Aktaş, Rûdî Sumer îtîrazî biryara dadgehê kir lê tu encam bi dest nexist.

Sumer bi sedema ku “qedexeya cudakirinê” û “rêzgirtina jiyana taybet û jiyana malbatê” di sala 2007’an de doz bir DMME’yê. DMME’yê serlêdana parêzer li cih dît û Tirkiye neheq kir û mehkûm kir. DMME’yê di heman demê de biryar da ku Tirkiye hezar û 500 Euro tazmînata manevî ji bo Aktaş razîne.

Parêzer Sumer anî ziman ku ev biryar ji bo yên din jî biryarek emsal e.

 

MÊRDÎN