Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) pêr tirkiye ji ber desteserkirina daneyên elektronîk ên parêzerên Abdullah Ocalanî yên dikevin ber sirra parêzeriyê, ceza kir. Ev daneyên hanê sala 2012´an di çarçoveya lêpirsîneke li dijî Ocalan de hatibûn desteserkirin.
Li gorî DMME´yê desteserkirin û tinekirina daneyan ne ferzeke civakî bû û di civakeke demokratîk de jî diviyabû nebe. Mahkemê biryar da ku Tirkiyeyê xala 8´an a Peymana Ewrûpayê ya Mafê Mirovan binpê kiriye ku mafê jiyana arizî, malbatî û yê nameyan diparêze.
Sê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ev doza sala 2012´an biribû ber DMME´yê ku di serdegirtinên mal û buroyên wan ên li Stenbolê de ev daneyên hanê hatibûn desteserkirin. DMME´yê li dewleta Tirk cezayê tezmînata manewî birrî da ku 3 hezar û 500 euroyî bide her yekî ji sê parêzeran.
STRASBOURG