ARDÎN DÎREN

Îndûstriya Çandê di her hêlê de êriş û bombebaranê dibe ser axa Kurdistanê. Bi sînemayê, bi wêjeyê û bi muzîkê vî karê xwe weke ku tişteke pîroz be, dike. Vê yekê bi awayekî wisa dike ku tu pê dixape û wan tercîh dikî. Li ber pîroziya wan bejna xwe ditewînî! Di hemû meydanên çandê de ev yek lê ye. Amûr her çiqas biguherin jî armanc her tim yek e; asîmlasyon û dejenerekirin! Mirov carinan êdî bêhemd xwe nagire û mecbûr dimîne ku binivîse. Ev nêzî salekê ye ku nûçeya GEZGÎNFEST-VAN di hemû malperan de doç dibû û hey doç dibû, bi gotina hevalekî min. Ji devên hin kesan girêz diherikî û wan digot, “We bihîst mihrîcan heye li Wanê, gelo hunê jî beşdar bibin?” Ev nêzî çend mehan e, rojeva gelek kesan ev mesele ye û pê mijûl in. Hinek kes ji doh ve xwedî biryar bûn ku biçin. Bilêtên xwe zû bi zû kirrîn. Hinek kesan digot, gelo em biçin yan neçin? Hinek kes jî di nav Xelîl û Celîl de ma bûn. Nizanîbûn bê ka ew çawa bikin. Lê li gorî çavdêriya min, gelek kes ji vê nûçeyê kêfxweş bûn û bextewar dibûn. Lê mixabin kes bi naveroka mihrîcanê mijûl nedibû. Tenê kêf, şahî, coş, li ber perava gola Wanê heta sibê mûzîk. Vê yekê têra wan dikir. Min bi xwe kesek nedît ku li ser naveroka mihrîcanê niqaşê dike û hin tiştan dixe ber lêpirsînê.

Lê tişta ku pêkhat ne tişteke ku mirov bê pirs û lêpirsîn nêzî wê bibe, ye. Hewce bû, hin kesan nerazîbûn nîşan bidana. Lê ev yek neqewimî. Ev yek jî nîşan dide ku nerazîbûn û helwêsta ruhê îro qels e û tişta were ber wî erê dike. Lê pêwîst e ku mirov di hêla giyan, hişmendî û ferasetê de hinek qewî be. Li her tiştî wek kêf û şahî nenihêre. Hişmendî û sekna xwe neke qurbana kêfxweşiya çend rojan. Tişta ku di nava 3 rojan de li Wan’ê qewimî ev yek bû. Ev şîrketên mezin ku van mihrîcanan bi pereyên gelek mezin çê dikin, rasterast xizmeta modernîzma lewitî dikin, wekî din ti nirxandin ji wan re ne hewce ye! Mirov dikare bibêje, xizmeta Îndûstriya Çandê dikin û naxwazin ciwan polîtîze bibin. Berovajî vê yekê armanc apolîtîzekirina ciwanan e! Ti naverok an jî bingeheke vê mihrîcanê tune ye.

Mihrîcanek pîç û pûç e, bi Pîç’îtî hatiye organîzekirin!

Û dîsa em dizanin ku ev mihrîcan tenê bi destê sponsoran nayê lidar xistin. Dewlet û saziyên dewletê ango şaredariyên ku niha qeyûm wan bi rê ve dibin jî piştevaniya vê mihrîcanê dikin. Lê weke ku kes piştgiriyê nade wan, nîşan didin, lê em dizanin ku ev mihrîcan bi destên van kesan hatiye amadekirin. Wek ku ji dûr ve dixuye, qet nîne! Li hêlekê ew ê ciyekî wek Dêrsimê bişewitînin û mihrîcana Munzurê qedexe bikin lê li hêla din ew ê li Wanê mihrîcenên wiha mezin li dar bixin; gelo çima kes napirse, çima destûr ji Wanê re heye lê ji Munzurê re tine ye?! Tenê ev nêzîkatî jî sextekariya wan diyar dike.

Helbet bila mihrîcanên wiha mezin pêk werin. Bila kêf û şahî û muzîk û coş hebe lê ne bi vî rengî. Pêwîst e, li gorî rastiya wê erdnîgariyê mihrîcan werin organizekirin da ku ji mirov re dilsoz xuya bin. Mirov jidil jî karibe bi dilekî geş beşdar bibe û tê de cî bigire. Lê mihrîcan dê li ber gola Wanê were organîzekirin, dê ji Kurdistanê re bibêjin “Doğu” û di ser de jî dê mûzîkjenekî Kurd di vê mihrîcanê de cî negire. Aha! Ew gav mihrîcan dibe tiştek din. Ew mihrîcan nebe kêfxweşî dibe bêbextî!

Di dirûşmeya xwe de dibêjin “Bextewarî ku were parvekirin xweş e.” Lê, li gorî min divê li hember van kesan û hişmendiya wan, mirov karibe bibêje, “Bêbextiya van were parvekirin hîn baştir xweştir e!” Ji lewre ev tişta ku îro bi xapandineke mezin li bajarê Wanê pêk tê, bêbextiyeke mezin e li hember erdnîgarî û rastiya Kurdan. Çi dibêjin? Yekemîn mihrîcana muzîkê ya “Doğu”yê li Wanê pêk hat! Divê mirov eşkere nerazîbûnê nîşan bide û bibêje, “Serê we bixwe mihrîcan û Doğu ya we!”

Êdî tehamûla min ji vê peyvê re qet nemaye bi rastî. Ez her ku vî navî dibîhizim, serê min diêşe û dilê min li hev dikeve. Lewma jî roja min ev peyv bihîst û li naveroka wan nihêrî, min di ber xwe re got, “çi bêbextiyeke mezin e!”. Ev mihrîcan li Kurdistanê ye, lê ew hê jî dibêjin “Doğu”, ev mihrîcan li bajarê Kurdan e, lê di nav 30-40 muzîkjenên ku beşdarî mihrîcanê dibin de muzîkjeneke/î Kurd tine ye. Bila kes ranebe nebêje “Kardeş Turkuler” jî heye û nizanim Ahmet Aslan heye hwd. Teqez Kardeş Turkuler pîvana me nîne. Diyar e ku ev yek bi zanebûn hatiye kirin û heta ji wan hatiye gotine, bila Kurd qet di vê mihrîcanê de cî negirin û denge Kurdî neyê bihîstin.

Bi gotinên xwe li ser axa me wê kêfxweş bibin û şahiyan li dar bixin û paşê jî vê yekê çawa ku me lava kiribe ji wan ango wek lavakirineke “Doğu”yê nîşan bidin! Qaşo ji me re li ber gola Wanê wê mihrîcanan çêkin û gazî muzîkjenên cur bi cur bikin, lê kes wê bi Kurdî stranan nebêje. Çi mihrîcan çêdibe bila çêbe, heta deng û awaza Kurdî li derdora gola Wanê neyê bihîstin, mihrîcanên werin pêkanîn, dê tev vala û pûç bin li ber çavên min.

Kî çi dibêje bila bibêje, ev mihrîcan xapandin û bêbextiyeke mezin e ji bo mihrîcan, çand û erdnîgariya Kurdan. Lewma ti temsîliyeteke Kurdan tine ye. Lê ya herî dijwar jî kesên beşdarî mihrîcanê bûn, hema bêje hemû jî Kurd bûn. Qaşo welatparêzên me bûn! Mirov bi vê yekê diêşe û aciz dibe.

Gotina dawî, çavên li deriyan xwelî li seriyan!