Di salvegera 20´an a komploya navneteweyî ya 15´ê Sibatê ya li dijî rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Skoçyayê dostên gelê Kurd li gelek bajaran çalakî li dar xistin. Ji Tevgera Piştgiriya Kurdistanê ya Skoçyayê, Sarah Glynn di dema çalakiyan de got, protestoyên li dijî tecrîdkirina Ocalan li Skoçyayê û li dinyayê zêde dibin, ji ber ku çawa di sedsala 20´an de Mandela bi awayekî mîtîk bû sembola azadiyê, û Ocalan jî bi heman rengî di sedsala 21´ê de dibe sembol. Ji 15´ê Sibatê û pê ve li Skoçyayê bi şîara Freedom for Ocalan (Azadî ji Ocalan re) li bajarên Edinburgh, Dundee û Glasgowê çalakî bi rê ve çûn.
Çalakgeran bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven jî û got, “Ev mirov hemû (bêhtirî 300 kesî) jiyana xwe dixin tehlûkê, ji ber ku awayên din ên protestoyê dinya ji cihê xwe neqeliqnad.”
Çalakiya li Edinbourgê li ber konsolosxaneya Elmanya bi rê ve çû. Li wir hat gotin, Tirkiye endamê Konseya Ewrûpa ye, û hemû welatên Ewrûpî û CPT´ê ji rewşê berpirsiyar in.
EDINBOURG