Endamê Meclîsa Eskerî ya Minbicê Mistefa Minbic diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên ‘Koalîsyona Sûriyê’ yên li dijî Minbicê zêde bûne û got, ew ê herêmê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin dojeh.

Mistefa Minbic ji ANF´ê re  êrîşên dewleta Tirk û çeteyên ‘Koalîsyona Sûriyê’ yên li dijî Minbicê nirxandin, da xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê dewam dikin û got, “Dewleta Tirk ev 5-6 roj in ji hewayê û bi obusan êrîşî gundên Yilanli, Şêx Nasir, Wêran, Kavakli û bajarokê Arîma yên li rojavayê Minbicê, dike.”

AKP û Erdogan dîn û har bûne

Minbic diyar kir ku balafirê şer ên Tirk heta niha li gelek nuqteyên wan xistine û got, “Êrîşa li dijî nuqteyan, gelek caran bi balafirên şer tê kirin. Balafirên şer ên Tirk bi taybetî êrîşî cih û warên sivîlan ên li Minbicê dikin. Heta niha ji ber bomberdûmana balafiran gelek mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi dehan jî birîndar bûne. Di heman demê de xisareke mezin li gundan bûye.”

Minbic da zanîn ku armanca van êrîşan koçberkirina mirovan a ji wê herêmê ye,  û got, dewleta Tirk bi van êrîşên li dijî bajarê Minbicê, dixwaze vîna gelên Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê bişikîne û teslîm bigire.

Mistefa Minbic, Minbic wekî bajarê mozaîka gelan ê Bakurê Sûriyeyê bi nav kir û got, “Dewleta Tirk planên gelekî qirêj li ser vê herêmê dimeşîne. Li gorî hin agahiyên gihîştine ber destê me, dewleta Tirk hewl dide li Cerablûsê komeke nû ya çeteyan bi navê ‘Meclîsa Leşkerî ya Minbicê’ ava bike. Ji ber ku naxwaze kantonên Efrîn û Kobanê bigihîjin hev, dewleta Tirk dixwaze dagirkerî û êrîşên xwe li Bab û Minbicê jî belav bike. Jê we ye ku bi vê yekê dikare pêşî li gihîştina hev a kantonên Efrîn û Kobanê bigire.”

Şervanên Minbicê gavekê venekişiyane

Endamê Meclîsa Eskerî ya Minbicê (MEM) Mistefa Minbic da xuyakirin ku bi sedan şervanên fedayî yên Ereb, Tirkmen, Kurd, Çerkes li nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hene ku dikarin li dijî êrîşên dagirkeriyê axa xwe biparêzin û derba mirinê li dijmin bixin.

Mistefa Minbic bi bîr xist ku çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ’ê koordînekirî êrîşî Minbicê û şervanên MEM´yê dikin û wiha dewam kir: “Heta niha bi dehan çete, ku leşkerên Tirk jî di nava wan de hene, bi destê şervanên MEM´yê hatine kuştin. Her wiha 5 tankên Tirk heta niha ji aliyê şervanên me ve hatine rûxandin. Tevî êrîşên hewayî û bejahî yên ev hefteyek e giran bûne, şervanên MEM´yê gavekê jî venekişiyane.”

Tirkiye sivîlan dikuje saziyên mafê mirovan bêdeng in

Minbic bibîr xist ku gelek mirovên wan ên sivîl ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, lê saziyên mafê mirovan li ser mijarê bêdeng in. Minbic rexneyên xwe li ser mijarê wiha îfade kirin: “Di vê kêliyê de jî li bajarokê Arîmayê, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî mirovên me yên sivîl dewam dikin. Gelek mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn. Ez dixwazim ji saziyên ku ji xwe re dibêjin, em mafên mirovan diparêzin, vê bibêjim: Hûn li ku ne? Çima hûn di vê demê de bêdeng in?”

‘Dewleta Tirk nikare balonekê jî biteqîne’

Endamê MEM´yê Mistefa Minbic da zanîn ku ketina nava axa Sûriyê encama tifaqa dewleta Tirk a bi hêzên navneteweyî re ye û got, “Eger destûr ji dewleta Tirk re nehatibûya dayîn, wê nikarîbû li nava axa Sûriyê balonek jî biteqanda.“

Minbic da xuyakirin ku hêzên komploker dixwazin Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê tesfiye bikin û wiha dewam kir: “Hêzên navneteweyî naxwazin aramî û demokrasî bê herêmê. Ji ber ku li Sûriye û Rojhilata Navîn aramî çêbe, wê hemû plan û projeyên wan têk biçin.”

Berxwedan wê Minbicê bike dojeh li Erdogan û çeteyên wî

Mistefa Minbic diyar kir ku zêdebûna êrîşên li dijî Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyê, ji ber tirsa dewletên mêtînger e û wiha dewam kir: “Îro li ser axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê, DYE, Rûsya, Îran, Erebîstana Siûdî, Qatar û Tirkiye şer dikin. Ev hêz dixwazin mêhtingerî û desthilatdariya xwe li vê herêmê mayînde bikin.”

Endamê Meclîsa Rêveber a Minbicê Mistafa Minbic bal kişand ser sozên Koalîsyona navneteweyî dayîn wan û got, “Ti ji van sozan bi cih nehatin. Em li benda bicihanîna wan in. Em bang li wan dikin ku bêdengiya xwe ya li pêşberî dagirkeriya dewleta Tirk biqedînin.

Di serî de hêzên navneteweyî, bila her kes baş bi vê zanibe; em ê li nava sînorên Minbicê hebûna dewleta Tirk qebûl nekin! Em êrîşên li dijî Minbicê red dikin û dibêjin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê di vê oxirê de şer bikin.

Ez dixwazim bi taybetî ji Erdogan re bibêjim, sond û peyman e, berxwedana me wê mezin bibe û em ê Minbicê li te û çeteyên te bikin dojeh.” 


 MINBIC