Lêkolîner û pisporê çekên kîmyewî û Nukleeran ê DYA’yî Dr. Robert M. Gould, bi boneya der barê îdîayên çekên kîmyewî yên li herêmê tên bikar anîn agahî bistîne hate Amedê û ÎHD’a Amedê ziyaret kir. Gould, anî ziman ku bi boneya îdîayên çekên kîmyewî yên TSK ku li dijî endamên HPG’ê bikar tîne lêkolîn bike hatiye herêmê. Gould anî ziman ku ev îdia pir girîng in.

Sekreterê ÎHD’ê yê Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku we bi vê ziyaretê pir kêfxweş bûne û wiha got: “Îdîayên çekên kîmyewî yên li herêmê me jî dixin nava tirs û fikaran. Li ser çekên ku ji salên 1990’î heta niha tên bikar anîn gelek îdîaya û daneyên girîng hene. Te gotin ku çekên kimyewî tên bikar anîn. Me li ser vê yekê rapor amade kiriye. Herî dawî me li ser çekên ku di operasyona Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê li ser dane û belgeyan rapor amade kir. Hem şahidên bûyerê û hem jî daneyên ku li herêmê hatin komkirin û şopên li ser cenazeyan hatin dîtin şik û gumana ku çekên kimyewî hatine bikar anîn xurt dike. Lê li gel vê yekê heta niha tu lêkolîn û lêpirsînên fermî nehatine kirin. Ev yek me dixe nava fikar û gumanan. Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin rastiya vê yekê ronî bibe.“

AMED