Piştî ku beşa Radyolojî bi dawî kiriye di sala 2009’an de berê xwe daye çiyan. Rizgar Amed piştî ku tevli nava refên gerila dibe şervantiya xwe ya nû li Xakûrkê dibîne û cihê xwe di nexweşxanê de digire. Li wê derê bi rengekî piratîkî fêrî doktoriyê dibe. Bi taybet piştî ku derbasî Behdînan dibe bi rengekî piratîkî tevli şer dibe. Rizgar Amed anî ziman ku di navbera doktoriya bajar û çiya de gelek cudahî heye û wiha pê de çû:“Di çiyan de li gorî derfetên kêm xizmetkirineke şoreşgerî ya mezin tê kirin. Li bajaran doktorî kirin ew jî xizmetkirin e, lê belê mantiqek bazirganî û pere bidestxistin li pêş e.”

Carna ez bi xwe jî beşdarî şer dibim
Doktor Rizgar Amed gava ku beşdarî şer dibe hestên xwe bi rengekî ku bala mirov bikişîne anî ziman û wiha berdewam kir: “Gava ku hevalên min diçin çalakiyan ez jî rextê xwe didim noqa xwe, çeka xwe didim milê xwe û dermanên xwe bi xwe re dibim. Carna ez bi xwe jî beşdarî şer dibim, lê belê gava ku hevalên min birîndar dibin, di bin fîşek û pevçûnên dijwar de ez destwerdana birîna wan dikim û tedbîr digirim. Di wan deman de nemirin ne jî birîndarî ne xema min e. Tenê armanca min ew e ku ez hevalên xwe ji şehadetê xilasbikim û janên ku dikişînin bi dawî bikim. Heya niha heval di nava destên min de şehîd neketine. Tu carî jî ez naxwazin rewşekî wisa were jiyîn.” Rizgar Amed doktortiyê tenê ji bo gerîla nake, di heman demê de gundî jî têne gel wî û li nexweşiyên wan dinêre. Doktor Rizgar Amed bê pere li nexweşên gundiyan dinêre û derman dide wan.  n ANF/BEHDÎNAN