Em êşa hevrêyê xwe hîs dikin û bi vî rengî wan derman dikin. Dermankirina me ne tenê dermakirina fîzîkî ye. Em ji aliyê ruhî û psîkolojîk ve alîkariyê didin hevrêyên xwe. Û ev yek ji bo min çavkaniya herî mezin a moralê ye.

JIYAN AMARGÎ / ANF/ŞIRNEX

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Nûman Amed tesîrê li Silav Newal dike û dike ku ew tevlî nava refên gerîla bibe. Silav Newal niha li nav gerîlayan doktoriyê jî dike û ji bo vî karî dibêje, dermankirina hevalên wê ji bo wê moral û hezeke gelek mezin e.

Silav Newal li Amedê ji dayik bûye. Qala jiyana xwe ya beriya têkoşîna li çiyê dike: “Sala 2010’an tevlî nava refên gerîla bûm. Dema ku biçûk bûm, heval li gund dihatin mala me û bi vî rengî min heval didîtin. Wê wextê gerîla gelekî bala min dikişand. Bi taybetî fermandarê herêma Amedê hevalê Nûman gelekî bandor li min kir.”

Nasnameyeke nû ye

Silav a bi ciwantî berê xwe daye çiyayên Kurdistanê, wiha qala wateya gerîlatiyê dike: “Gerîla nasnameyeke nû ye, sîstemeke nû ye, nîşaneya herî mezin a azadiyê ye. Di nava sîstemê de tê gotin, ‘gerîla tenê çekê bi kar tîne’. Halbûkî gerîla ji bo her detaya jiyanê bi zanebûn tevdigere. Zanebûn mecbûriyet e; şert û merc vê yekê li ser mirovan ferz dikin. Ji ber vê yekê divê gerîla ji her alî ve xwedî tecrûbe be.”

Neçariyê ew kir doktor

Silav Newal wekî kedkareke tendûristiyê wiha qala çetinî û berpirsyariya vî karî dike: “Destpêkê bi fikar nêzî karê tenduristiyê bûm. Min timî ji xwe re digot, ‘Di nava vê rêxistinê de ez dikarim hînî her tiştî bibim, lê nikarim hînî karê tenduristiyê bibim’. Lê piştre, sala 2015’an di pêngava Elkê de hin heval li cem me birîndar bûn û kesekî ku karibe di cih de mudaxele bike tine bû.

Ji ber ku me nekarî wan hevrêyên xwe derman bikin, ew şehîd bûn. Vê yekê gelekî bandor li min kir. Min wê çaxê fêhm kir ku tenê bikaranîna çekê têra gerîla nake. Divê gerîla li çiyê ji her alî ve xwe xurt bike. Piştre min biryar da ku çi derkeve pêşiya min ez ê hîn bibim. Ji ber rastiya şer, şehadet û birîndarbûnê, ji bo min watedar û girîng bû ku xwe di warê tenduristiyê de bi pêş ve bibim.”

Ne tenê tedawiya fîzîkî ye

Gerîla Silav dibêje, dema ku wê rojnivîskên berxwedana Sûrê xwendine,  fêhm kiriye bê ka di şer de hebûna personelên tendûristiyê çendîn muhim e û wiha pê de diçe: “Piştî wê min biryar da ku ji aliyê karê tenduristiyê ve xwe bi pêş bixim. Piştî ku dibînim, hevalên birîndar bi dermankirinê rehet dibin, ev yek gelekî moralê dide min. Dema ku hevrêyên xwe derman dikim, welê li min tê ku birînên wan mîna ku birînên min in. Em êşa hevrêyê xwe hîs dikin û bi vî rengî wan derman dikin. Dermankirina me ne tenê dermakirina fîzîkî ye. Em ji aliyê ruhî û psîkolojîk ve alîkariyê didin hevrêyên xwe. Û ev yek ji bo min çavkaniya herî mezin a moralê ye. Piştî ku min dest bi doktoriyê kir, gelekî bi moral bûm; ji ber ku min dît, ne tiştek e ku mirov jê bitirse. Bi vê berpirsyariyê, ji bo hilanîna tola salên bihurî têdikoşim.”