Akgul, di belgefîlm de li ser serpêhatî û çîroka Kurdên Haymana rawestiya û bi navê "Min Kîyim " amade kir. Belgefîlma Akgul a bi navê "Min kiyim" dê sibê li Salona Yilmaz Guney a Şano-sinemayê derketeve pêşberî temaşevan û hesyarên xwe. Belfefîlma ku yekem car derkeve ser perdeya sipî, bi Kurdî hatiye kişandin û bi nivîsa tirkî hatiye amadekirin. Di fîlm de zarokên eşîra Şexbizeynî yên navçeya Haymanayê diaxivin.
Akgul ji bo belgefîlm amade bike li 89 gundan geriya û bi tevahî 47 saetan dîmen kişandin. Akgul, di destpêka fîlm de li ser çîroka koçberiya Kurdan radiweste. Di beşa 2'yemin de zarok, jin, ciwan, kal û pîr jî di navde bi sedan kesan re hevditin pêk anî. Akgul, di serpêhatiyê wan de li ser çîrok û jiyana wan radiweste û jiyana wan vedibêje.
Akgul, da zanrîn ku der barê Kurdên Anatoliya navîn de zêde tîmen di destê wan de tune. Akgul, destnîşan kir ku yekem car li ser Kurdên Haymanayê belgesel tê çekrin lê ji ber ku di deste wan de dimen tune nikarin zêde tişteki bikin. Akgul, anî ziman ku li gel sedan sal derbas bûne jî dîsa hemû Kurdên ku bi wan re hevdîtin kirine pir bi hêsanî bi zimanê xwe diaxivin. Akgul, destnîşan kir ku Kurdên Haymanayê di serî de ji Kerkûkê hatin li navçeya Paloya Xarpêtê bi cih bûn u pişt re li bajarên din ên Tirkiyeyê belav bûn. Akgul, da zanîn ku Kurdên Anatoliya Navîn di sedema koçberiyê de rastî gelek zor û zahmetî, birçîbûn, nexweşî û şertên dijwan hatin, lê li gel hemû astengiyan dîsa ziman û çanda xwe ji bîr nekirin û hêj çand û zimanê wan zindî ye. Akgul, bilêv kir ku Kurdên koçber bûne hêj pirsgirêkên aborî dijîn, lê dest ji dab û kevpeşopiya xwe bernedane. Akgul, derbirî ku Kurdên koçber niha devoka ku peyvê Zazaki, Kurmanci, tirkî û Sorani heye bikar tînin û niha ciwanên wan pir zêde li ser ziman radiwestin. Akgul, bibîrxist ku Kurdên koçber hêj xwe li xerîbiyê hîs dikin û hej beriya welatê xwe dikin.
Kurdên koçber ên li Konyayê bi cih û war bûne hêj xwe ji Konyayê nahesibînin. Akgul, destnîşan kir ku Kurd hêj xwe ji Kurdistanê dibînin û dibêjin "Em Kurd in, ji Kurdistanê ne. Sirgun êdî bûye paşnavê Kurdan. "
GULER CAN-DÎHA/ANKARA