Li gorî nûçeya Aydın Atay a di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de, em fêr dibin ku Salih Aydin û Nîzamettîn Kurt 200 kitêb diyarî şaredariya Amedê kirine. Ji bo vê jî pêşî çûne serdana Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli. Ev kitêb jî li otogara bajêr di dolabkên kitêban de hatin bicihkirin.

Ev dolabkên hanê beriya çendekê li otogara Amedê hatibûn bicihkirin ji bo ku rêwî û xelkê tên otogarê bi dilê xwe rajin kitêban û bixwînin. Rêwî dikarin kitêban bi xwe re bibin û di dema rêwîtiya xwe de jî bixwînin. Ev dolabkên piçûk li otogarê deh heb in. Armanca şaredariyê jî ew e ku ev dolabkên hanê ji kitêban hîç xalî nebin. Li binê her yekî ji van dolabkan jî bi Kurdî û Tirkî dinivîse, “Hûn dikarin ji bo gera xwe wergirin. Ji bo geştiyaran jî pitûkan deynin.”

Kurdî ne darî çav e

Bi serê xwe ev înîsîyatîf piçûk be jî, ji ber meseleya teşwîqkirina xwendinê gaveke erênî û xweş e, lê gava mirov Kurd e û ev projeya hanê jî li bajarekî Kurddan e, bivê nevê mirov ji awirekî Kurdbûnê li meseleyê dinihêre. Bi qasî wêneyên MA´yê parvekirî, di van dolabkan de kitêbên bi Kurdî pirr kêm in; ya rastî broşura danasîna Amedê ya bi navê “Taca Dîcleyê: Amed” bi tenê di wêneyan de eşkere weke berhemeke bi Kurdî diyar e.

Pirtûkfiroş û şaredarî dikarin teşwîq bikin

Helbet ev proje xwe disipêre kitêbên welatî bibexşînin. Salih Aydin endamê  Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Pirtûkxanevanên Tirk a Stenbolê ye û berê ji bo dewlemendkirina kitêbxaneyên Mêrdîn, Wan, Amed û Boluyê proje bi rê ve birine. Heger ew dikare vê bike, mesela mirov dikare bifikire ku pirtûkfiroşên Amedê karibin di nav xwe de hin kitêbên Kurdî berhev bikin û bibexşînin ji bo vê projeyê. Yan jî ji bo carekê be jî şaredarî kitêbên zarokan, yan jî yên mezinan ên bi Kurdî bi xwe bibexşîne. Yan jî bexşandina kitêbên bi Kurdî teşwîq bike.

Li gorî nûçeya MA´yê rêwî û esnafên otogarê elaqeyeke mezin nîşanî kitêban didin. Gelekî muhtemel e, heger kitêbên bi Kurdî yan jî fêrkirina Kurdî hebin, ev elaqe wê zêdetir bibe. Bila ev têbîniya me jî teşwîqek be ji xelkê Amedê û şaredariya wê re ku wan dolabk yanjî refikên kitêban bi Kurdî jî bixemilînin.

 
AMED