BERHEM LATİF / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Li Başûrê Kurdistanê kampanyaya boykota malên Tirkan her diçe ku berfireh dibe, bijîşkên Kurd û Ereb biryar dan ji bo nexweşan dermanên malê Tirk nenivîsinin.
Li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê li tevahiya Başûrê Kurdistan kampanyaya baykotkirina kelûpelên Tirkî berfireh dimeşe û niha jî gelek klînîk û navendên tenduristiyê jî beşdar dibin û bijîşk dermanên malê Tirkan boykot dikin.
‘Wê bibin bombeyên fosforê’
Klînîka Rojî Aştî ku yek ji van navendan e, derman û kelûpelên malê Tirkî boykot dike. Bijîşk Osman Ehmed ê li vê navendê dixebite têkildarî mijarê axivî got, Her dermanekî Tirkan ê bê kirîn wê aboriya Tirkiyeyê bihêztir bike. Ew ê jî bibe gule, top û bombeyên fosforê. Wê li ser xwişk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê bên barandin”
Em dikarin malên boykot bikin
Bijîşk Hevîn Kemal jî tevî 5 hempîşeyên xwe yên bijîşk li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê biryara boykotkirina derman û kelûpelên tenduristiyê yên Tirkan dane. Bijîşk Hevîn jî der barê mijarê de wiha got: “Em weke şervanan nikarin bi çek derkevin pêşberî Tirkiyeyê. Lê belê em dikarin malên Tirkan boykot bikin.” Hevserê bijîşk Hevîn, bijîşk Kameran jî bi bîr xist ku dema dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê li hemberî Efrînê dan destpêkirin, derman û malên Tirkan boykot kiriye, lê piştî êrîşên niha yên li hember Rojava bi giştî dest bi boykotkirina her cure kelûpel û dermanên Tirkan kiriye.
‘Bijîşkên Ereb jî tevlî boykotê bûne’
Bijîşk Kameran diyar kir ku beşekî zêde yê bijîşkan tevlî boykotê bûne û got, “Hevalekî min ê bijîşk ku bi eslê xwe Ereb e beşdarî boykotê bûye. Min jê pirsî ka çima ew beşdarî boykotê bûye û weha bersiv da: “Ez weke helwêsteke mirovî ya li dijî qirkirina ku Tirk li hember Kurdan pêk tînin beşdarî boykotê bûye.”