
Karayilan anî ziman ku sedema pirsgirêkê hîn girên stratejîk in û wiha got: “Sedema pirgirêkê hîn girên di navbera Îran û Iraqê de bûn. Piştî ku di wan mijaran de lihevkirin çênebû Îranê careke din di 2’ê îlonê de bi teknolojiyeke pêşketî û çekên giran êrîşî herêma Kotaman û Casusan kir. Sê rojan pevçûnên dijwar qewimîn. Gerîlayên HRK’ê di şexsê fermandar şehîd Simko de berxwedaneke mezin nîşandan. Hîn hêzên HPG’ê tevlî pevçûnên sê rojên dawî bûn. Ji ber ku me sînor êdî teslîmî hêzên HPG’ê dikir ev êrîş pêk hat. Hêzên HRK’ê ku hinekî li paş man tevlî pevçûnan bûn. HPG jî mecbur ma bersiv bide van êrîşan. Me li dijî Îranê bi fermî şer nedabû destpêkirin lê li hember êrîşan parastineke bi vî rengî derket holê. Bi giştî gerîlayên azadiya Kurdistanê li vir performanseke pir mezin dan nîşandan. Careke din derket holê ku tu hêz û tu artêş nikare tiştekî li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê bide ferzkirin. Tecrubeya 30 salan heye. Tarzeke pir zexm ya leşkerî heye.”
Serokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Murat Karayilan destnîşan kir ku piştî vê berxwedana PJAK’ê bi navbeynkariya hîn dostan ve agirbeste bi vî rengî girîng e û wiha got: “Pirsgirêk bi şîdetê çareser nabe, bi diyalog û riyên aştiyane çareser dibe. Em wekî KCK piştgiriyê didin vê agirbestê û di pêşketina agirbestê de me cih girtiye. Em dixwazin ev agirbest bi serkeve û em wekî tevger naxwazin li hember Îranê şer bikin. Çima? Ji ber ku hem li ser me konsepteke navneteweyî heye ku hêzên navneteweyî piştgiriyê didin vê konseptê û hem jî li ser Îranê konseptek heye.”
‘Fuze ji bo Îranê ne’
Murat Karayilan rewşa Suriyeyê bibîrxist û wiha got: “Em rewşa Lîbyayê, niha li Sûriyeyê dibînin. Dor tê Îranê jî. Bicihkirina fuzeyan a li Tirkiyeyê ne elametek a xêrê ye. Ev pêngava yekemîn a êrişa li dijî Îranê ye. Ji ber ku konsepteke wiha li hemberî Îranê heye, em jî weke tevger naxwazin bibin alî û polîtîkayek a me ya wiha heye. Em nabin alî û naxwazin bibin alî. Divê ne tenê PKK, divê tu Kurd ji hêzên herêmê û yên navnetewî re nebin alîgir. Divê pirsgirêkên herêmê di navbera gelên herêmê de bêne çareserkirin. Pêwîst nake ku hêzên navnetewî bên û bikevin navberê. Em weke gelên herêmê dikarin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Nêrîna me ya stratejîk wiha ye.”
Karayilan da zanîn ku şer xizmeta Tirkiye û DYA’yê dikin û wiha got: “Îran PJAK’ê kir hincet, lê hemû deverên di bin kontrola PKK’ê de û gelê me yê Başûrê Kurdistanê topbaran kiriye. Gel şehîd da û birîndarên wan hene. Her wiha ziyanek mezin a mal û can çêbû. Ger ev yek raneweste, wê ev şer bibe şerê PKK-Îranê. Şerek wiha ne xizmeta Îranê dike, ne jî xizmeta PKK’ê dike. Şerek wiha tenê xizmeta DYE û Tirkiyeyê dike.”
Karayilan derbirî ku li hember tevgera wan bi pêşengiya Tirkiyeyê konseptek a tunekirinê heye û Îran dibêje ku ew ne di nava vê konseptê de ye û wiha pê de çû: “Ger bi rastî jî wiha be, divê dawî li êrişên xwe yên li ser Qendîlê bîne. Ji ber ku ger careke din êrişê Qendîlê bike, wê ev yek şerek pir dijwartir bi xwe re bîne. Lê ev pirsgirêk dikarin bi riyên diyalogê bêne çareserkirin. Lê wer dixuyê ku di navberê de bêewlehiyek heye. Her wiha çavkaniyên agahiyan ên Îranê bi awayeke berfireh ne rast in, ji ber vê xeletiyê jî di şer de israr dike. Ji ber ku ger êrişê Qendîlê bike, bi riya PKK û PJAK’ê hemû Kurdan dike hedef, ji ber wê jî ev yek ne ji bo berjewendiyên Îranê ne.” Karayilan got Îranê ne bi awayeke stratejîk, bi awayeke textîkî li pirsgirêkê dimeyzîne û bi nêzîkatiyeke pir teng taktîk dimeşîne. Karayilan wiha axivî: “Pirsgirêkê bi girên stratejîk ve girê daye; “Hûn vî girî berdin ez êriş nakim, an ez ê êriş bikim”, pirsgirêkê aniye vê astê. Ev jî dibe sedema hin nerazîbûnên du alî. Em weke tevger girîngî nadin ser sînoran. Gelo wê PKK û PJAK rabin sînorên Îran û Iraqê ji nû ve sererast bikin? Pirsgirêkek wiha nabe. Jixwe em di aliyê bîrdozîde sînoran weke tiştek bê wate dibînin. Em dibêjin bila navdewletan û di navbera gelan de sînor tune be. Divê hemû gelê Rojhilata Navîn weke Yekitiya Ewrûpayê sînorên di navbera xwe de rabikin. Em vê yekê diparêzin. Ji ber wê jî em niha ranabin û li ser sînoran xebatê nameşînin.”
Karayilan got divê rayedarên peywendîdar ên Komara Îslamî ya Îranê ne bi nêzîkatiyek teng, bi perspektîfeke berfirehtir nêzîk bibe û pirsgirêkê binirxîne û wiha pê de çû: “Pirsgirêk ji pirsgirêka çend giran zêdetir û mezintir in. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriyeke temamî ya pirsgirêkê yekane rê diyalong e. Ger dewleta Îranê li ser vî bingehî nêzîk bibe, li ser bingehê çareserkirina vê pirsgirêka li ser sînor; îdaman neke, li dijî hêzên PJAK’ê û gelê Kurd operasyonan li dar nexe, divê hêzên PJAK’ê jî agirbestê dirêj bikin, heta bila bibe agirbestek bê dem. Bi vî awayî mirov dikare bi riya gotûbêj û diyalogan bigehêje çareseriyeke ji binî ve. A girîng ew e ku li vir feresateke baş were nîşandan. Ji ber wê jî divê ev yek jî du alî be. Ger aliyek tiştek bibêje, aliyê din jî bibêje “Tu wisa nekî ez ê di 24 seatan de te wisa bikim” ev tehdîtên wiha mirov nagihîne tu encamekê. Ev pirsgirêk ne pirsgirêkên rojekê ne da ku di rojekê de bêne çareserkirin. Pêwîstî bi dem û perspektîfên çareseriyê hene.” Karayilan di dawiya axaftina xwe de got berjewendiya Îranê ne di dijminahiya Kurdan de, di dostaniya Kurdan de heye.
ANF/BEHDÎNAN