NESRÎN ELÎ / ŞEVÎN HESEN / ANHA / HESEKÊ

Bi armanca naskirina cureyên darên berhemdar ên ku ji hawîrdora herêmê re guncaw in û ji bo kêmkirina lêçûnên anîna daran ji derve, navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Kantona Hesekê gelek cureyên daran çandin.

Proje li nêzî gundê Til Mecdel ê başûrê rojhilatê Hesekê hate avakirin. Zêdetirî hezar mêwî, bi sedan darên sêv, hinar û zeytûnan, tevî gelek cureyên din li ser qada 200 donimî hatin çandin. Dar bi rêya avdana dilop bi dilop tên avdan.

Bi armanca naskirina guncawbûna cureyên hin daran bo çandiniyê li Cizîrê, di Sibata 2018’an de projeyê dest pê kiribû. Her wiha komîte hewl dide bi rêya projeyê cureyên baş ji wan daran derxe.

Di destpêkê de komîteyê ax û avê tehlîl dike û piştre cureyên guncaw hildibijêre. Her wiha komîte dê şitlan li cotkarên herêmê jî belav bike.

Cureyên ku komîteyê aşle kirine, ev in: Hezar û 100 mêw, 525 darên sêvê, 125 darên zeytûnan, 100 darê hinar û nêzî 200 darên xox, hirmî û mişmişê.

Ji bo meşandina xebatên projeyê 3 endezyarên çandiniyê û hejmarek karker ji bo avdana daran dixebitin. Dar her 10 rojan bi rêya avdana bi dilopan ji 3 bîran tên avdan û derman li daran tê reşandin.

Ji bo kêmkirina anîna berheman ji derve

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Kantona Hesekê endezyar Talal Abdulbarî Xelîl diyar kir ku armanca projeyê naskirina asta serketina çandiniyê li herêma Cizîrê ye.

Xelîl got, “Beriya niha darên sêvan li herêmê nehatibûn çandin. Ji bo naskirina serketina çandina darên sêvan, niha me dar çandin û sala bê dê bi rêya aşlekirinê hejmara daran bê zêdekirin.”

Têkildarî mijara serketina projeyê, Xelîl destnîşan kir ku proje bi rêjeya ji sedî 95 bi ser ketiye û got: “Proje dê lêçûnên anîna fêkî û zeytûnan ji derveyî Cizîrê kêm bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku navend û bi hevkariya Komîteya Zêdekirina Tov a herêma Cizîrê, ji bo parastina cureyên genim ên herî hilberîner li herêmê dixebite.