Komîteya Dibistana ya bajarokê Til Hemîs li peymangeha şehîd Devrim dewreyên perwerdekirina hezar û 335 mamosteyên seretayî, navîn û amadehî dane destpêkirin.

Hevserokê Peymangehê Mihemed El-Deham da zanîn ku 962 mamoste yên ku sala derbasbûyî hatin erkdarkirin û xwedî bawernameya amadehî ne û 373 ji bo sala bê serdan kirin  û 20 mamoste dê wan fêr bikin.

Deham dest nîşan kir ku eger kêmasî jî hebe, alîkarî dê ji mamsoteyên pispor bê xwestin.

Mamosteyên tên perwerdekirina li gor beşên xwe li dibistanên seretayî hatin dabeşkirin û li gor mamsote Fêsel El-Xidir da zanîn ku mamosteyên xwedî bawernameyên zanîngehê dê qonaxên navîn û amadeyî perwerde bikin, ev yek piştî perwerdê û ji madeyên bên dayîn matmatîk, Erebî, Inglîzî û Kurdî, dîrok, şêweyên wanedayînê û sîstema hundirîn a Desteya Perwerdeyê.


Zarok pêşengên paşerojê ne

Yek ji waneyên ku dem jê re hat veqetandin şêwazê rast ê rêvebirina şagirtan, mamosteyê peymangehê Ridwan El-Hêzan da zanîn ku bal dikşînin ser çawaniya danûstandina mamoste bi zarokan re û cihekî taybet didin vê yekê û wiha pê de çû” Ji ber zarok pêşeroja me ne û piştî çend salan dê xizmetî civakî bike, pêwîst e bingehê perwerdekirina wan saxlem be û bi vê yekê em pêşerojek ronî misoger dikin.”


Fêrgeh li gor pîvanên komînan tê birêxistinkirin

Her fêrgehek li ser esasê komînan tê birêxistinkirin, bi gotinek din, hevserokên fêrgehên tên diyarkirin û ji bo rêkûpêkirina rewşa fêrgehê erkdar in, dîsa di dawiya rojê de pêşniyaran didin rêveberiya peymangehê. Li rex wê jî komîteyên paqijî û disiplînê jî hatin avakirin. 


 TIL HEMÎS