Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Stadyûma Futbolê ya El-Beldî ya Reqayê li ser rizgarkirina Reqayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Li Stadyûma ku bi alên QSD, YPG û YPJ’ê hate xemilandin, rûspiyên herêmê, nûnerên rêxistinên civakî û saziyên sivîl û leşkerî yên Bakurê Sûriyeyê amade bûn.

Axavtvan li ser navê QSD’ê got: ”Bi navê Fermandariya Giştî ya QSD’ê em îro bi serbilindî ji dilê bajarê Reqayê serketina hêzên xwe ya di cenga mezin a ji bo têkbirina terorîstên DAIŞ’ê radigihînin.

Em vê serketina dîrokî diyarî hemû mirovahiyê û bi taybet malbatên qurbaniyên terorê yên li Sûrî ji ber zilm û êrîşan gelek êş kişandine dikin. Bi vê boneyê em bejna xwe li ber ruhê şehîdên xwe yên qehreman ên bi mêrxasî şer kirin û rola wan di rizgarkirina taxên bajar de sereke bû ditewînin û wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Di heman demê de em qehremanên xwe yên birîndar jî silav dikin û hêviya şifaya lezgîn ji wan re dikin û hêvîdar in ku zû vegerin meydanên şer.” 


655 cangoriyên azadiyê

Di civîna çapemeniyê de li ser hejmara encamên şer agahî hatin dayîn ku bi vî rengî ne: “Li ser vê xakê xwîna 655 ciwanên Sûrî yên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan û ên enternasyonalîst ên Tirk, Emerîkî û Brîtanî ketin nava hev.” 

Bi keda wan şehîdan 450 hezar welatiyên sivîl hatin rizgarkirin û li deverên ewle hatin bicihkirin.

Em malavahiya hemû hêzên di bin banê QSD’ê û hêzên piştigiriya wê kirin ji YJŞ yên qehreman, YBŞ, hêzên Asayîşê, hêzên ewlekariya hundirîn, HPC, hêzên Erka xweparastinê û tabûra şervanên enternasyonal dikin.”


Spasiya hêzên koalîsyonê

Li ser navê QSD’ê spasî li hêzên QSD’ê hate kirin û wiha hate gotin: “Her wiha spasiya hêzên Koalîsyona Navdewletî û komên şêwrî yên leşkerî ku cihê xwe di meşandina çalakiyên leşkerî yên li ser erdê de girtin jî dikin.

Em hemû xebatkarên çapemeniyê yên bi hemû hêza xwe ji bo rastiya heyî bi raya giştî re parve bikin û erka xwe û nameya xwe ya mirovahî pêk anîn jî silav dikin.

Em piştgiriya menewî û madî ku Meclîsa Sivîl a Reqayê, şêx û rûspiyên herêmî ji hêzên re pêşkêşkirin, bilind dinirxînin. 


Meclîsa sivîl dê bi rê ve bibe

Hêzên QSD’ê diyar kirin ku wê rêveberiya Reqayê radestî meclîsa sivîl a Reqayê were kirin û wiha hate gotin: “Em weke Fermandariya Giştî ya QSD’ê radighînin ku em ê rêveberiya bajarê Reqa û gundên wê radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê bikin. 

Em ê karê ewlekariya sivîlên bajar û gundên wê jî radestî hêzên Ewlekariya Hundir a Reqayê dikin. 

Em soz didin ku em ê sînorê parêzgehê ji hemû gef û tehdîdên derve biparêzin.  

Em tekez dikin ku şêniyên parêzgeha Reqayê wê di çarçoveya Sûriyeya Demokratîk a ne navendî de paşeroja xwe diyar dikin. 

Bi vê yekê wê şêniyên parêzgehê bi xwe rêveberiya xwe bikin.

Em bang li hemû dewlet û hêzên ji azadî û aştiyê hez dikin, hemû rêxistinên mirovî û navdewletî dikin ku cihê xwe di xebatên jinûve avakirina bajar û gundên wê de cih bigirin û di rakirina bermahiyên şer û wêraniya ku ji ber çeteyan pêk hat de cih bigirin. Bi vê ê me rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê radighînin.”


ANF/REQA