
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê doh daxuyaniyek da çapameniyê û ragihand ku wan ji bo rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê, di 1'ê Hezîrana 2016`an de ji baskê yekemîn ji BendavaTişrîn û baskê duyemîn jî ji Pira Qereqozaqê ve operasyon daye destpêkirin. Li gorî nûçegihanên ANHA’yê di encama operasyonê de li baskê başûr-rojava yê Bendava Tişrînê gundên Mustefa Hemadê û Xirbet Rûs hatin rizgarkirin.
Daxuyanî ji aliyê Berpirsyarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî Ebû Emced ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat bibirxistin ku bajarê Minbicê û gundewarên wê di 22’ê Çileyê 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine dagirkirin û hat gotin: “Me li ser banga şênî û rûspiyên herêmê hemleya 'Rizgarkirina Minbicê' di 1'ê Hezîrana 2016`an de da destpêkirin. Em eşkere dikin ku wê ev hemle heta rizgarkirina bihosta herî dawî ya ji axa Minbic û gundewarên wê dewam bike, şervanên me ev soz dane.”
‘Erka xwe pêk bînin’
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di daxuayniya xwe de bang li gelê bajarê Minbicê kir ku tedbîrên misogerkirina ewlekariyê bigirin û weha dom kir: “Dûrî navend û cihên çeteyan bisekinin. Ji ber ku ew navend ji bo hêzên me hedefên leşkerî ne. Bi taybetî em bang li keç û xortên azad ên Minbicê dikin ku tevlî nav refên yekîneyên me bibin û şerê DAIŞ’ê bikin, erka xwe ya rizgarkirina bajarê xwe pêk bînin.”
Hêzên beşdarî operasyonê bûne
‘Operasyona Rizgarkirina Minbicê’ ku bi beşdariya hêzên wekî Tabûrên Şems El-Şîmal (Roja Bakur), Siwar Minbic (Şorşgerên Minbicê), Kombûna Tûgayên Firatê (Tûgaya Cindulheremên, Kombûna Tabûrên şehîdên Firatê û Tûgaya El-Qewsî) û Tûgaya Tirkmenên Minbicê ku ji şêniyên Minbicê pêk tê, ji baskê yekemîn ji Bendava Tişrîn û baskê duyemîn jî ji Pira Qereqozaqê ve diçin.
15 cenaze ket destê şervanan
Li gor nûçegihanên anhayê, di roja yekemîn a operasyonê de, li baskê başûr-rojava yê Bendava Tişrînê gundê Mustefa Hemadê ku bi navê Mehşiyêt Şêx Ubêd tê nasikin û doh jî li heman baskî gundê Xirbet Rûs ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin rizgarkirin.
Di şer de gelek çete hatin kuştin û ji wan jî cenazeyên 15´an ketin destê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Her wiha mîqdarek cebilxane jî ket destê şervanan. Hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarên wê, dewam dike.
Li gorî çavkaniyên ANHA’yê yên bajarê Minbicê, cenazeyê serleşkerekî çeteyan û 32 çeteyên birîndar rakirine nexweşxaneya bajêr. Li gorî heman çavkaniyê van çetayan di şerê li derdora Bendava Tişrînê de birîndar bûne.
Hemû ji şêniyên Minbicê pêk tên
Operasyona Rizgarkirina Minbicê bi destê 4 komên leşkerî ku hemû ji şêniyên Minbicê ne tê birêvebirin. Ev her çar kom di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hatine cem hev.
Yek ji Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şiyar Mihemed diyar kir ku girîngiya vê hemleyê ew e ku wê bajarê Minbicê û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ`ê werin rizgarkirin, her wiha gelê wê ji zilma çeteyan xilas bibe.
Ji herdu baskan ve pêşketina şevranên Minbicê didome û heta niha li aliyê baskê yekemîn gelek girên stratejîk ên raserî herêmê hatin rizgarkirin û şervan 10 km pêş ve çûn.
Li aliyê baskê duyemîn jî gundên Halûl, Til Eriş û Sikawiyê ji aliyê şervanan ve hatin dorpêçkirin û şervan bi çekên giran gundan topbaran dikin.
Avabûna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî 2'ê Nîsana 2016'an hat avakirin. Ji bo Serokatiya Meclîsa Leşkerî Ebû Emced hat hilbijartin û 13 endamên meclîsa leşkerî hatin diyarkirin.
Di civîna damezrandina meclîsê de ji bo alîkariya serokatiya giştî ya meclîsê Îbrahîm El Benawî, Feysel Ebû Leyla, Ebû Casim û Ebû Xelef hatin hilbijartin. Di nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hêzên wekî Şems El Şemal, Suwar El Minbic (Şoreşgerên Minbicê), Tifaqa Tûgayên Firatê, Tûgayên Cind El Heramên, Yekîtiya Tabûrên Şehîdên Firatê, Liwa El Qewsî , Tirkman El Minbic (Tabûra Tirkmenên Minbicê) cîh digrin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Kirasê reş li Minbicê kirin
Minbic li bakurê Sûriyeyê ye, 85 km dûrî Helebê, 45 km dûrî Cerablûsê, 65 km dûrî Kobanê û 40 km jî dûrî El Babê ye. Bajar 35 km li rojavayê çemê Firatê ye.
4 navçeyên Minbicê hene; Ebû Qelqel, Ebû Kehef, Meskene û Xefsa. Minbic yek ji bajarên mozaîka Sûriyeyê ye. Li bajêr Çerkes, Ereb, Tirkmen, Kurd û gelên din hene.
Ji sedî 68 Ereb in, ji sedî 25 Kurd, ji sedî 5 Çerkes û ji sedî 2 jî ji gel û baweriyên din pêk tê.
Nifûsa Minbicê li gorî jimartina salên 1960-70 14.635, jimartina sala 1981'ê jî 30.844 bû. Li gorî texmînên 2003'an 90.000 derbas kiriye.
Sala 2014'an DAIŞ'ê bajar dagir kir
Gelek mirovan piştî ku sala 2014'an ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, navê bajêr bihîst.
Minbic di navbera salên 2011-2014'an de ji aliyê komên çete yên ser bi koalîsyona qaşo neteweyî ya Sûriyeyê ve hat dagirkirin. Piştre çeteyên DAIŞ'ê sala 2014'an ji çeteyên koalîsyonê stand û bajar dagir kir.
Li Minbicê hebûna eşîran, jiyan û têkiliyên eşîrî gelekî xurt e. Mîna li Reqqayê li Minbicê jî nifûsa Ereb a Sûnî zêde ye. Ev nifûsa Ereb a Sûnî têkiliya xwe bi eşîrên Ereb ên Sûnî yên li rojavayê Iraqê heye.
Êrîşên li ser Kurdan zêde bû
Li Minbicê mîna li Eyn Îsa, nifûseke mezin a Kurdan hebû. Lê belê li vê herêmê di her serdema dîrokê de nifûsa Kurdan hat helandin.
Piştî ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê destpê kir, êriş û koçberkirina li hemberî gelê Kurd zêde bû. Li Minbicê, di navbera salên 2011-2014 û ji 2014'an û pê ve komkujiya li hemberî Kurdan zêde bû. Ji bo herêm bi temamî ji Kurdan bê xalîkirin êriş di roja îro de jî dewam dikin.
Girîngiya Minbicê
Minbic bajarekî li bakurrojavayê Sûriyeyê ye. Di navbera bajarên mezin ên Sûriyeyê û bajarên Mûsil û Bexdayê yên Iraqê de nuqteyeke stratejîk e ku rêyên bazirganiyê bi hev ve girê dide.
Bajarê Minbicê di navbera Heleb, herêma Şehba, Reqa, Ezaz û Cerablûsê de nuqteyeke girîng a derbasbûnê ye. Projeyên çandiniyê yên mezin ê li herêmê, bi deh hezaran mirovên li bajarên din ên Sûriyeyê ber bi xwe ve kişandin.
Bêguman vê rewşê rê li ber guhertina demografiya bajêr vekir. Minbic ji ber vê taybetmendiya xwe ya stratejîk û rewşa xwe ya erdnîgarî, ji bo çeteyên DAIŞ'ê heyatî ye.
'Pîvanê şerî' serdest bû
Beriya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê jiyan li gorî welatên din ên Ereb hinekî cuda bû.
Şêniyên bajêr, di mehên havînê de heta derengiya şevê li kolanan diman, park ziyaret dikirin. Di xwepêşandanên li dijî rejîma Esad de jî jin û mêr bi hev re amade bûn.
Lê belê piştî destpêkirina şerê navxweyî yê sala 2011'an, dema çeteyên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ketin nava vî bajarî, jiyan guherî. Di navbera salên 2011-2014'an de 'pîvanê şerî' li vê derê serdest bû.
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst sala 2014'an kontrola bajêr xistin destê xwe, rewşa li bajêr hîn bêhtir nebaş bû.
Tûgayên ku jinan kontrol dikin, ava kirin
Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku bajar bi temamî dagir kirin, bi gelê herêmê û xebatkarên berê yên hikûmetê, li gorî xwe sîstemek ava kir. Di çarçoveya vê sîstemê de li gorî qanûnên xwe yên şerî dadgeh çêkirin.
Li Minbicê jinên ciwan an jî jin, eger li cem wan xizmekî wan ê bi emr (bav, kek an jî hevjîn) nebe, destûr nayê dayîn ji malê derkevin. Jin neçar in ku temamiya bedena xwe bi paçê reş bipêçe. Çeteyên DAIŞ'ê her wiha mîna li Reqayê li Minbicê jî tûgayên ku jinan kontrol dikin, ava kirin.