Komek ciwanên Kerkûkî, li dijî dorgirtina li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kom bûn û nerazîbûn nîşanî dorgirtinê dan.
PDK’ê ev bêhtirî du hefteyan e ku dor li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê girtiye. Ji bo şermezarkirina vê dorpêçê, komek ciwanên Kerkûkê kom bûn û bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî dorpêçê dan.
Dilzar Kerkûkî daxuyanî xwend û got; “Ev bi rojan e ku dorpêçeke giran li ser kampa Mexmûrê heye. Em wek ciwanên bajarê Kerkûkê li dijî dagirkerî û bombebaranên dewleta Tirk a faşîst, li dijî astengiyên hêzên asayîşa Herêmê û hêzên Iraqê ne ku li beramberî xelkê sivîl yên kampa Mexmûrê têne kirin. Bi rojan e ku bi ti awayî destûrê nadin niştecihên kampê herin Hewlêrê û deverên din ên Herêma Kurdistanê. Em bang dikin di zûtirîn demê de dorpêça li ser gelê me ya li kampa Mexmûrê rakin.”
KERKÛK