Piştî bûyera 17’ê Tîrmehê ya li Hewlêrê û şûnde ku tê de endamên istixbarata tirk MITê hatibûn kuştin, ev 20 rojin Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li nuqteyên kontrolê rê nade welatiyên kampa Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê derbazî Hewlêrê bibin. Ji ber van astengiyan heya niha du dayîkên ducanî zarokên wan ji ber wan çûne.
Li dijî mafê mirovan û jinê ye
Parlamentera Parlementoya Herêma Kurdistanê Şadî Newzad diyarkir ku ew gelek xemgîn bûne ji ber mirina du zarokên Mexmûrê ku asayîşa PDK’ê rê neda, bigihîjin nexweşxaneyên Hewlêrê. Herwiha got, “Em ê karek cidî li ser vê dosyê bikin, ji bo ev dorpêç li ser kampê were rakirin.” Şadî Newzad di dewama axaftina xwe de dorgirtina li Mexmûrê weke kirineke li dijî mafê mirovan hemûyan û mafê jinê destnîşan kir û got, “Ev bûyereke mezin e, li Herêma Kurdistanê rûdaye, divê bi cidî kar li ser were kirin.”
ROJNEWS/HEWLÊR