Hevseroka Şaredariya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Leyla Îlhan Arzû têkildarî dorgirtina 44 rojan a Mexmûrê axivî.

Leyla Îlhan Arzû bi bîr xist ku rêveberiya Hikumeta Herêma Kurdistanê dor li Mexmûrê girtiye û got: “Ji ber dorpêçê hem di warê hatinûçûnê de hem jî di warê pêşwazîkiran pêdiviyan de astengî hene. Bêguman bandora vê dorpêçê ku 44 rojin dom dike, li ser jiyana gelê wargehê heye. Destur nayê dayîn ku nexweş biçin Hewlêr, heta niha ji ber vê yekê du dayîk zarokê wan ji ber wan çûye û gelek nexweşên din nikarin biçin nexweşxaneyên derveyî wargehê.”

Bêdengiyeke mezin heye

Leyla Îlhan Arzu li ser çareserkirina pirsgirêkê da zanîn ku bi riya Saziya Pêwendiyên Derve ya Wargehê bi sazî û cihên eleqedar re pêwendî çêkirine, lê heta niha tu encam negirtine û got: “Tevî hewldanên me hemûyan jî, bêdengiyek mezin heye. Ev dorpêç û pêkanîn li dijî pîvanên netewî yên Kurd in.”

Ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Leylayê anî ziman ku ew nikarin biçin ava vexwarinê jî kontrol bikin û got; “Min xwest wekî şaredar biçim bîrên avê yên tên wargehê ku 10 kîlometre ji wargehê dûr in kontrol bikim, lê belê asayîşa PDK’ê destûr neda ez derbas bibim. Ev jî nêzîkatiyên wan ên li hemberî civaka me nîşan didin.”

 

MEXMÛR/ROJNEWS