Gysi danûstandin û çavdêriyên xwe yên li Iraq, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi peyameke ji dîmen weşand û di mijara ambargoya li hemberî Rojava û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bang kir. Gysi da xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê, di mijara hikûmeta navendî ya Iraqê de şikestinek heye û got, "Hikûmeta Iraqê bi têrkerî destê xwe yê alîkariyê dirêjî Kurdên ji ber çeteyên DAIŞ'ê mexdûr bûne, nekiriye. Kurd daxwaza çekan ji Elmanya dikin, ez vê fêm dikim. Lê belê 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêwîste di vê mijarê de berpirsyariyê bigirin ser milê xwe."
Bang li Almanan jî kir
Gysi ragihand ku wî bi milîtanên jin ên PKK'yî yên jiyana Êzidiyan rizgar kirine re hevdîtin kiriye û got, "Şervanên PKK'yî kalaşnîkovên kevin ên di destê xwe de nîşan dan û gotin, 'em bi van re li dijî DAIŞ'ê têdikoş in'. Li kampa Êzidî lê dimînin jî, alîkariya lezgîn a însanî şert e. Di vê mijarê de berpirsyariyên mezin dikevin ser milê Elmanya." Gysi çavdêriyên xwe yên li kampê bi vî rengî vegot: "Mînak; li kampê hejmareke ambûlansê ya têrê dike nîne, wesayîtên karibin nexweşên giran rakin nexweşxaneyê nînin. Rewşa Kurdistana Iraqê zêde krîtîk nîne, qet nebe bi awayekî alîkarî digihêje wir. Lê belê li Rojava rewş gelekî krîtîk e, li herêmên Kurdan rêveberiyên xwe ragihandine ambargo heye. Pêwîste ev ambargo tavilê bê rakirin."
Tirkiye sînorê xwe li Rojava girtiye
Rêveberê Partiya Çep Gysi ji bo vekirina sînoran bang li hikûmeta Tirk kir û got, "Di vê mijarê de ezê serlêdanê bikim û pirsa 'hûn êdî difikirin sînorên xwe vekin?' bikim. Her wiha ji bo organîzekirina alîkariya ji bo herêmê werin şandin, ez ê bixebitim. Divê em ji bîr nekin ku DAIŞ rêxistinbûyînek ji nava El Qaîdeyê derketiye. El Qaîde jî ji aliyê DYA ve ji bo li dijî Sowyetan şer bike li Afganîstanê hat avakirin. Çawa ku Îsraîlê li dijî Artêşa Rizgariya Filistînê Hamas ava kir û dûre li dijî wê şer kir. Lewma divê em di siyasetê de li ser formên nû bifikirin. Berpirsyariya Konseya Ewlekariyê ya NY gelekî mezin e û di vê mijarê de divê bikeve nava tevgerê. Nêrîna li Kurdan niha erênî ye, em li Elmanya, hem li Ewropa û hem jî li tevahiya cîhanê."
ANF/BERLÎN