Mîhrîcana Jinan a Zîlan ku her sal di meha hezîranê de li Ewropayê tê lidarxistin, amadekariyên wê yên îsal ber bi dawiyê ve diçin. Komîteya amadekar a mîhrîcanê bi vê boneyê 4'ê hezîranê li Dortmundê civînek li dar xistibû û rewsa dawî ya amadekariyên mîhrîcanê nirxandibû. Komîteya amadekar anî ziman ku vê mîhrîcanê 'wekî cihê ku her kes karibe xwe lê îfade bike' dibînin û jinên nivîskar, rewsenbûr, jinên ji rêxistinên cuda yên siyasî jî wê karibin bi rengê xwe tê de cih bigirin. Di mîhrîcana navneteweyî ya Zîlan de her wiha wê jinên gelên bindest ên wekî Tamîlê jî besdariyê bikin.. Mîhrîcana Zîlan wê îsal cara 9. were lidarxistin û cihê wê jî qada Revierpark a li Dortmûndê ye ku mîhrîcana yekem lê pêk hatibû. 9. Mîhrîcana Zîlan diyarî sê jinên soresger ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Saylemez tê kirin. Jinên ji sazî û dezgehên cihê ku di nav komîteya amadekar de cih digirin bang kirin ku jinên Kurd wê di 22 hezîranê li Dortmûndê bin.. û aqûbeta Sakîneyan bipirsin..
Jin wê hesab ji kujeran bipirsin
Tê payîn ji li gelek welatên mîna Almanya, Belçîka, Hollanda, Fransa, Swîsre, Danîmarka jin 22'yê hezîranê li mîhrîcanê amade bin. Jinên xwedî zarok, ku îmkanê wan tine zarokên xwe li malê bihêlin nehatine jibîrkirin. Li cihê mîhrîcana îsal ji bo zarokan gelek qadên lîstinê hene. Wê wekî her sal îsal jî jinên dengbêj, dîsa hunermendên mîna Çopî, Rojbîn, Natalya, Xanê Zazê, Denîz Deman, Lale Koçgun, Koma Tiliyên Sor, koroya zarokan Koma Mizgîn mîhrîcana Zîlan rengîn bikin. Îsal jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn wê 22'yê hezîranê li Dortmunda Almanyayê kom bibin û beşdarî mihricanê bibin.
Mîhrîcana kevnesopî ku îsal cara 9. tê lidarxistin, cara yekem di sala 2004'an de pêk hatibû.
DORTMUND