Pêşiyên me, bi demê re, di nava dem û dewranan de, di gelek rojgaran de serhatî, êş û azarên xwe, xweş û nexweşiyên xwe li parzûnkan xistine û di encamê de gotinên xwe yên zêrîn ên mirov bike guhar bixe guhê xwe û bike bazin bixe zendê xwe gotine. Çawa jinxas û mêrxasan gotiye, divê mirov zanibe dost û dijminên xwe ji hev derxe. Eger dijmin neyê naskirin, hingê mirov dikare gelek tiştan tevlîhev bike. Kengî te dijminê xwe baş nas kir, hingê tu dikarî dostê xwe jî nas bikî. Di heman demê de tu yê zanibî kîn û nefreta xwe bi awayekî aqilane binisilîne nava dilê xwe û li gorî wê bi serwextî têbikoşe. Îca, dema mirov li ber xwe da û têkoşiya dibe ku carinan bixisire jî lê dema qet li ber xwe nede ji binî ve dixisire û bi bin dikeve. Gelê Kurd li ber xwe dide, têdikoşe û di vê de dibe ku carinan rojên bi êş û elem jî bibîne. Di demên welê de nabe ku bi hêrseke çavkorî her tiştî tevlîhev bike. Em ji bîr nekin, dijminê Kurdan şer û êrişeke piralî dimeşîne û em vê jî weke şerê taybet bi nav dikin. Ji bilî êrişa bi sîlehan, bi ekonomî, çandî û dînî jî êrişî Kurdan û gelan dike. Kurd sedsaleke bindest e, û di vê heyama dirêj de ji ber ku ketiye ber çerxa asîmîlasyonê, ji xwe dûr ketiye, di xwenaskirinê de xerîb e, beşekî xwe yê xwe nîne û ev qelsî û lawaziya wî ye. Ji ber vê, dijmin li van aliyên qels dide û li neksa wî dide, bi ser de diçe. Di vê çarçoveyê de ez îro dixwazim balê bikişînim ser mijarekê ji van mijaran. Ew jî têgîna “xuşk û biratiyê ye”. Ev ji serdemekê maye. Têgîneke siyasî ya îdeolojîk e. Bêhtir çepgir û sosyalîstan bi kar aniye. Dişibe biratiya misilmanan a ummetê. Biratiya misilmanan a ummetê jî hema bêje bi heman rengî ye. Beşekî Kurdan ji vê xuşk û biratiyê gilî û gazinan dikin û dibêjin, jixwe vê xuşk û biratiyê mala me xira kiriye. Di meseleya îdeolojiya dînî û sosyalîstî de jî heman gazin tê kirin. Hinek dibêjin, vî dînî mala me xira kir, hinek jî dibêjin em bi pey vê çepgiriyê ketin me mala xwe xira kir. Gelo bingeha van gotinan di warê aqlane û maqûliyetê de çiqas heye. Gelek rê û rêbazên zanistê hene ji bo mirov xwe bigihîne rastiyê. Yek ji wan qiyas û dana ber hev e. Li gorî van gotinan, em li dewrûbera xwe dinêrin û dibêjin, gelek welat û milletên din jî bi dîn û îdeolojiyan rabûne û weke Kurdan mala xwe xira nekirine. Wê wextê em dikarin bibêjin, di tespîtê de şaşî heye. Li vir pirsgirêk ew e, Kurd ne yê xwe ye. Bi temamî ne bi destê xwe ye. Lewma jî reş û spî têkelî hev dike. Bêguman divê em vê bipirsin gelo millet dibin xuşk û birayên hev? Di dîn de dibin birayên hev ên baweriyê. Di îdeolojiya çepgiriyê de dibin "comerad/hevrêyên“ hev ên sosyalîzmê. Lê dîsa her millet ê xwe ye, bi destê xwe ye. Lê Kurd bi sedema ku ne yê xwe ne, dema bi hinekan re dibin xuşk û bira çi dînî, çi jî sosyalîstî dibe, dibin ên din. Yanî ji kirasê xwe derdikevin û dibin tiştekî nenas. Xuşk û biratiya di nava malbatê de xwe dispêre wekheviya endaman. Jixwe, di sîstema bavikanî de xuşk dîsa di dereceya duyemîn de ne.
Îca ev têgîna xuşk û biratiyê di zeman û mekanekî de hatiye gotin. Ew jî biratiya dînî û îdeolojîk e. Di van şert û mercan de divê Kurd dijminê xwe baş nas bikin - di heman demê de dijminê di nava dil û hinavê xwe de - û li ser vî esasî dostên xwe zêde bikin. Hemin, Kurd wê ji hêza xwe piştrast bin, lê di heman demê de wê dostên xwe li cîhanê zêde bikin. Di nava Fars, Ereb û Tirkan de jî dostan çêkin. Her tim divê mirov dijminê xwe kêm bike, dostên xwe zêde bike. Sedsala bihurî ji bo Kurdan pirr zêdetir bêrehm bû, lê di vê sedsalê de hevsengiyên berê guherîne, derfet û îmkanên Kurdan çêdibin, dostê xwe zêde bikin û dor li dijminên xwe teng bikin. Êş û azarên me, divê aqilê me seqa bike, ne ku hêrs me çavkorî bike. Berxwedan û têkoşîneke piralî û berfireh wê bibe serketinê.