Li bajarê Holanda Den Haagê, greva birçîbûnê ya 2 aktîvîstan hindik maye bibe 80 rojên xwe li pey xwe bihêle. Li paytexta Îtalyayê Romayê jî grev kete roja 18’an. Gelek Îtalî jî ketin greva birçîbûnê.

Greva birçîbûnê ya Huseyîn Yildiz a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Den Haagê kete roja 79’an, ya Hasbî Çakicî jî kete roja 78’an.

Hate gotin, moralê herdu çalakgeran jî baş e, lê rewşa wan a sihetê xirab dibe. Zikê wan diêşe. Li gel vê sergêjî bi wan re zêde dibe.

Li paytexta Îtalyayê Romayê jî greva birçîbûnê ya Erol Aydemîr kete roja 18’an. Komîteya Kurd jî ji bo destekê dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kir.

Her wiha dosta Kurd, aktivîsta jin Sveva Haerter jî ragihand ku ew ketiye greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan, senatorê berê yê Îtalî Giovanni Russo Spnanna jî îro ji bo du rojan, ji bo destekê wê bikeve greva birçîbûnê.

Dostên Kurdan ên Italî ku li tora 'Rete Kurdistanê' de ne, biryar da ku dest bi greva birçîbûnê ya dorveger bikin.

 

DEN HAAG / ROMA