Dostaniya hunerî bi Kurdan re
“Festîvala Ravenna” înîsiyatîfeke çandî ya salane ye ku li bajarê Îtalyayê Ravennayê jî bi rê ve diçe. Îsal festîval diyarî sekretera giştî ya şehîdkirî ya Partiya Paşerojê ya Surî Hevrîn Xelef û serarkeologê Palmîrayê yê ku DAIŞ´ê ew kuştî Xalid Esed hatiye kirin. Di vê çarçoveyê de du jinên Kurd Zehra Dogan û Aynur Dogan, tevî Orkestraya Fîlarmoniyê ya Mişextên ji Sûrî jî di konserên li Ravenna û Paestumê de amade bûn. Konsera li Ravenna 3´yê Tîrmehê ya li Paestumê jî 5´ê Tîrmehê yanî doh bi rê ve çû.
Festîvala Ravenna xwe disipêre muzîka klasîk û operayê û sala 1990´î Cristina Mazzavilani Muti ew damezrandiye. Hevjînê wê yek ji navdartirîn şefên orkestrayê yên dinyayê Riccardo Muti ye. Ji sala 1997´an ve festîval ji bo teşwîqkirina diyaloga bi rêya huner a di navbera milet û çandan jî xistiye beşek ji karê xwe û ji hingê ve konserên “Rêya dostaniyê“ li dar dixe. Awirên festîvala îsal li Sûrî û Rojava bûn. Di vê çarçoveyê de îna bihurî li Ravenna konserek hat dayîn ku Ricardo Muti orkestraya wê bi rê ve bir; di konserê de Aynûr Dogan derket ser dikê û stranên bi Kurdî gotin. Hunermend Zehra Dogan jî di dema konserê de li ser dikê performanseke zindî kir.
Du orkestra ji bo yek konserê
Orkestraya ku Muti bi rê ve bir ji du koma pêk tê yek jê Orkestraya Giovanile Luigi Cherubini û ya din jî Orkestraya Fîlarmoniyê ya Mişextên ji Sûrî (SEPO) ye. Konsera yekê di çapemeniya Îtalî de jî cihekî fireh girt. Pêncşema bihurî daxuyaniya çapemeniyê ya li Şanoya Alighieriyê de çapemeniya mezin a welêt hemû civand. Di dema daxuyaniya çapemeniyê de Cristina Mazzavilani Muti got, "Têkoşîna miletê Kurd, nexasim ya jinên Kurd, me hînî gelek tişta dike. Şexsê min xwe ewqasî nêzî miletê Kurd hîs dikim, weke ku yek ji wan bim. Ji ber wê ji bo me gelekî girîng e ku Aynur Dogan û Zehra Dogan li vir hazir in. Hevrîn Xelef, piştî ku hat qetilkirin, û ji ber ku bedena wê ya bê ruh jî hat nîşan dan, veguherî semboleke şideta li dijî jinan û helwêsta şerker a baviksalariyê ye. Ji ber ku ev zêhniyet, bi şidetê Hevrînê û jinên din bi destê xwe dikuje, zextê li wan dike, dest diavêje wan, bi vê jî hewl dide jinan hemûyan bişikîne. Lê jinan rahişt bedana Hevrînê û ew li ser mil û polên xwe hilgirtin."
Şervanên YPJ´ê li ser ekranê
Di dema konsera êvara înê de di dema semfoniya Beethowen a bi navê Eroica de li ser ekrana dêw a li aliyekî dikê hatibû bicihkirin, wêneyên şervanên YPJ´ê hatin nîşandan. Di konsera doh êvarê de jî heman wêne li Paestumê, li cihê perestgeha antîk jî hatin nîşandan. Ji ber ku Paestum û Palmîra hevbajarê hev in, konser li vî cihê dîrokî hat dayîn. SALERNO