Hunermendê navdar ê Ermenî Êduward Xazaryan li Êrîvanê çû ser dilovaniya xwe. Xazaryan çawa ku hunermendekî mezin bû, her wiha ji bo gelê Kurd xizmetekî giranbiha kiriye. Di dostaniya Kurd û Ermeniyan de weke mirovê herî bi rumet û qîmet ê dostaniyê bi fermî ya di nav dewletê de hatibû qebulkirin.
Xazaryanê ku 89 sal jiya, di roja 16’ê Nîsan’ê de çû ser dilovaniya xwe. Li gorî baweriya Ermeniyan, piştî sê rojan hate hiştin doh li paytexta Ermenîstan Êrîvanê li Salona Kamerayê ji aliyê heskiriyên xwe ve bi merasîmekê hate oxirkirin. 
Tevî xelkê Ermenî û kesayetên navdar, Seroka Komîteya Kurdistanê Jenya Qadir, Serokê Şewra Gelê Kurdên Ermenîstanê Kinyasê Hemîd, rewşenbîr û nivîskarên Kurd tevlî merasimê bûn û ew bi tenê nehiştin. 


Jiyaneke bi berhem

Êduward Xazaryan di 20’ê Hêzîrana sala 1923’an li Yêrîvanê dayîk bû. Xazaryan yek ji damezrenerê orkestrayên flarmonîk û serfonek a Ermenîstanê ye. Ji bilî muzîkê Xazaryan bi wêneçekeriyê ve mijul bû û pêykerçêker jî bû. Cudahiya Xazaryan ew bûye ku li ser mûyê porekî an jî li ser çarêka birincê kariye wêneyê bajarekî çêbike. Ji ber ku ev yek di hemû cîhanê yekem care pêk tê û bi vê hunera xwe ve di cîhanê de hatiye naskirin û pejirandin.
Ne tenê li Ermenîstanê, li Îngilîstan, Emerîka, Almanya Spanya û welatên din pêşangehên wêneyên wî hatin vekirin û naskirin. Ji ber ku kariye li ser tiştên gelek biçûk wêne çêbike, 9 caran navê wî li pirtûka Ginesê hatiye nivîsandin.
Xazaryan, bi dostaniya xwe ya bi gelê kurd re dihat nasîn. Hunermend Xazaryan, li ser çarêka birincê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêkir û weke diyarî ji Ocalan re şand. Xazaryan weke Serokê Rûmetê yê dostaniya Kurd û Ermeniyan hatibû destnîşankirin.

 HARÛN HÊVÎ ANF/ÊRÎVAN