Dostê Kurdan Martin Graebener li bajarê Elmanyayê Siegenê di 64 saliya xwe de pêr êvbarê wefat kir. Martin Graebener zedeyî 25 salan li Siegen bi Komeleya civaka Kurd re hevkarî û xebat kir û ji beriya 35 salan ve piştgirê doza azadiyê ya gelê Kurd bû. Martin Graebener ê 64 Salî, bavê 2 zarokan bû. Martin Graebener di siyaseta herêmî de jî herî dawî di Partiya Çep (Die Linke) de endamê meclîsa rêveber a herêmî bû. Civaka Kurd a li Siegenê ji ber mirina bêwext a dostê xwe xemgîniya xwe bi daxuyaniyekê da zanîn û got, serê malbata wî û gelê Kurd sax be. Merasîma cenaze ya ji bo Martin Graebener 15´ê Hezîrana 2018´an, saet 12:00´an li Martinikirche ya li Siegenê wê pêk bê. SIEGEN