Çendek berê ji alî dewleta Tirk ve lîstîkên wî di şanoyên dewletê de hatibû qedexekirin û li gel vê yekê şîroveya ; “wekî ku min cara duyem xelata Nobelê wergirt” kiribû.

Nivîskar, şanoger Dario Fo sala 1997´an de ji ber xebatên xwe yên li ser şanoya polîtîk û civakî layîqî Xelata Nobelê hatibû dîtin. Her wiha Dario Fo bi nasnameya xwe ya polîtîk û mixalîf dihat nasîn ku li welatê xwe jî şaşitî û çewtiya sîstemê û dezgehên dewletê rexne dikir. 


Kurdistan dijî

Gelek cara dostaniya xwe li gel Kurdan nîşan dabû û 5´ê Mijdara 1997´an de li gel hevjîna xwe Franca Rame ji endamên ´Trêna Aştî ya Mûsa Anter´ re nameyek rêkiribû.  Di nameya ku wî û hevjîna wî rêkiribû bi sernivîsa “Kurdistan dijî” de wiha digot: “Kurdistan dijî, wekî ku civaknas Îsmaîl Beşîkçî ku di rêya vê rastiyê de gelelk salên xwe li hepsan bihurand, derxist holê; ji alî hêzên Ewrûpî ve ev 70 sal in Kurdistana ku hatiye mêhtingerkirin, înkarkirin, hebûna vê hatiye redkirin, hê jî şerî hebûnê dide.

Kurdistan dijî.Bi zimanê xwe,bi çanda xwe û bi tarîxa xwe. Hebûna vê, ji alî Leyla Zana ve ku ji bo vê 15 salên xwe li hepsê bihurand, hat aşkerekirin.” û di nameya xwe de herî dawî jî digot “em dibêjin ku em li piştevaniya kesên ku niha li hepsê ne û tên darizandin dikin.”  Her wiha Dario Fo ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi îmzayê xwe destek dabû kampanyaya azadkirina Ocalan. 


 ROMA