Turkalî di 13’yê Gulana 1919’an de li Samsunê hatiye dinê, heta lîseyê li wir dixwîne û di sala 1942’yan de jî ji Zanîngeha Stenbolê Beşa Wêje û Zimanê Tirkî xwendina xwe temam dike. Piştî ku di Lîseya Leşkerî ya Kûlelî û Lîseya Leşkerî ya Maltepeyê de mamostetiya wêjeyê dike, di sala 1951’ê de ji ber çalakiyên wî yên siyasî 9 sal cezayê hepsê dixwe. Piştî 7 salên girtîgehê bi şert tê berdan. Ew li gel Rifat Ilgaz “Weşanxaneya Gar” vedike, di sala 1960’î de jî senaryoya “Dolandiricilar Şahi” (Şahê Şêlankeran) dinivîse û dûre vî karê xwe yê senaryoyê didomîne. 

Derhênerî jî ceriband

Sala 1965’an de derhênerî jî direcibîne lê paşê dest ji vî alî ber dide. Romana wî ya yekem bi navê “Bîr Gun Tek Başina (Rojeke bi tena serê xwe)” di sala 1974’an de tê weşandin û paşê romanên din hatin.

Romana wî ya ku herî zêde tê zanîn “Guven” e ku li ser serdema têkoşîna wan a di Partiya Komunîst de ye. Wî romana xwe ya dawî “Bîttî Bîttî Bîtmedî” jî li ser Kurdan saz kiribû. 



Dostekî Kurdan bû

Turkalî wekî dostekî Kurdan her tev digeriya. Wî ji bo azadî, demokrasiyê îmze avêt bin gelek danezanan, her ligel rewşenbîrên demokrat, çepgir ên Tirk û Kurdan bû. Wî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocan digot “Birayê min Ocalan” û di bernameya televîzyonê NTV, weşana zindî de silav ji bo Ocalan şandibû. Ji bo wekhevî û azadiya kurdan û tirkan jî gelek tişt got û têkoşiya.


Ji lîsteya DEHAP’ê bû berendamê mebûsiyê

Wî di nav TKP’ê (Partiya Komunîst a Tirkiyeyê) ya berê de cih girtibû. Di sala 2002’yan de ji lîsteya DEHAP’ê bû berendamê mebûsiyê lê partî bendav derbas nekir.

Turkalî bi berhemên xwe glek xelat jî girtine. Di sala 1965’an de bi senaryoya fîlmê “Karanlikta Uyuyanlar” (Yên di tariyê de radizên) li Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê Xelata Senaryoya Herî Serketî girt. Di sala 1970’ê de ji TRT’ê Xelata Lîstikan, sala 1974’an de di Pêşbaziya Romanan de xelata yekemînî, sala 1976’an de Xelata Diyariya Romanê ya Orhan Kemal û îsal (2016) jî Xelata Rûmetê ya Wêjeyê ya Beyaz Marti girt. Her wiha Siyadê (Komeleya Rexnegirên Sînemayê) di sala 2010’an de Xelata Rûmetê dabî Turkalî.


Rastiya gelê Tirkiyeyê bi romanên xwe vegot

Ji ber wefata nivîskarê navdar Vedat Turkalî, KCK, KCD, DBP’ê peyamên sersaxiyê weşandin. KCK’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Vedat Turkalî dostekî Kurd ê dilsoz û hevalekî Kurdan bû. Em jî, weke gelê Kurd ji bo bîranîna wî divê bi rengekî girseyî beşdarî merasîma cenazeyê wî bibin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Şoreşgerê hêja Vedat Turkalî di heman demê de romannivîsekî mezin bû, ku wijdanê gelên Tirkiyeyê ye; rewşenbîr û nivîskarekî mezin bû” û wiha dewam kir: “Bi hostatiya xwe ya zimanê Tirkî, rastiya gelê Tirkiyeyê bi romanên xwe gelekî baş radixist pêş çavan û wê ev cihê wî yê hêja û giranbuha yê di cîhana huner û wêjeya Tirkiyeyê de, veguhere ruhê gelên Tirkiyeyê.


Hevreyê Rêber Apo bû

Vedat Turkalî, weke şoreşger û rewşenbîrekî hezkirina gelên tirkiyeyê her di dilê wî de bû, di heman demê de dostekî hêja yê Kurdan bû. Ji ber ku baş dizanîbû Rêber Apo Tirkiyeyeke demokratîk dixwaze, mirovekî gelekî hêja bû, ku hevrêyê Rêber Apo bû. Demokratekî mezin bû, ku dizanîbû; welatparêziya rastî ya Tirkiyeyê hezkirin û parastina hemû gelan û azadiyan e. Mamosteyê me Vedat Turkalî wê her tim weke şervanekî demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdan were bîranîn.”


KCD û DBP’ê jî peyama sersaxiyê weşand

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, ji bo wefata Vedat Turkalî peyama sersaxiyê da. Tuncel, diyar kir ku Vedat Turkalî di wêjeya Tirkiye û cîhanê de rolek gelek mezin lîstiye û her dem ji fikr û ramanê wî hêz girtine. 

KCD’ê jî peyama sersaxiyê da û ji gelê Tirkiyeyê re sarsaxî xwest. KCD’ê da zanîn ku bi wefata Vedat Turkalî eşa wan mezin e û pir xemgîn in.


Berhemên wî

Turkalî ku ev demek bû dihat dermankirin doh li Yalovaya Tirkiyeyê wefat kir.

Berhemên Turkalî ev in:

* Bîr Gun Tek Başina 

(roman, 1974)

* Eskî Şîîrler, Yenî Turkuler 

(helbest, 1979)

*  Uç Fîlm Bîrden (senaryo, 1979)

*  Mavi Karanlik (roman,, 1983)

*  Eskî Fîlmler (senaryo, 1984)

*  Bu Gemî Nereye 

(gotar, bîranîn, 1985)

* Dallar Yeşîl Olmali (lîstik, 1985)

* Tek Kîşîlîk Olum (roman, 1989)

* Ozgurluk Îçîn Kurt Yazilari (Ji bo azadiyê nivîsên li ser Kurdan) (gotar, 1996)

*  Guven (roman, 1999)

*  Komunîst (bîranîn, 2001)

*  Yeşîlçam Dedîklerî Turkiye (roman, 2001)

*  Bu Olu Kalkacak (lîstik, 2002)

* Dallar Yeşîl Olmali (lîstik, 2002)

* Kayip Romanlar (roman, 2004)

* Yalanci Taniklar Kahvesi 

(roman, 2009)

* Bîttî Bîttî Bîtmedî (roman, 2014)



 NAVENDA NÛÇEYAN